'Şahidiyê ji bedewiya dilnizmî û berxwedanê re dikim'

Berxwedana M. Alî Koçak a li dijî tecrîdê, 92 roj in li Cenevreyê didome. Ji şopdarên berxwedanê Salîh Saglam got, "Bi mirovan zehmet were jî, di şexsê hevalê Mehmet Alî de şahidiyê ji kesayetiya dilnizm û bedewiya berxwedanê re dikim."

Li bajarê Cenevreyê, welatparêzê Kurd ê 51 salî Mehmet Alî Koçak 92 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Yek ji kesên ku berxwedana Koçak ji nêz ve dişopîne Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê Salîh Saglam e.

Saglam ku di nava 92 rojên berxwedanê de Koçak û malbata wî bi tenê nehişt, ji aliyekî ve hewl dide bersivê bide pêwîstiyên Koçak li aliyê din hewl dide armanca vê berxwedanê hîn bêhtir bê dîtin.

'BI MORALÊ ROJA DESTPÊKÊ BERXWEDANA XWE DIDOMÎNE'

Saglam der barê berxwedana Koçak de ji ANF'ê re axivî û got, "Di nava berxwedana 92 rojan de ya ku herî zêde bandor li min kir, îradeya mezin û dilnizmiya hevlaên Mehmet Alî bû. Bi moralê roja destpêkê çalakiya xwe didomîne. Moraleke mezin dide me. Bi taybetî roj bi roj tê dîtin ku îradeya heval gelekî xurt e. Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku em bi wî re ne û şahidiyê ji vê berxwedanê re dikin."

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN BERXWEDÊR KOÇAK

Saglam der barê rewşa tenduristiyê ya Koçak de got, "Doktor heftane serdana hevalê me dike. Tevî ku hevalê me dibêje 'rewşa min a tenduristiyê baş e', lê belê êdî gelek pirsgirêkên tenduristiyê lê rû didin. Gelekî kîlo li xwe kêm kiriye, bê xew dimîne, pirsgirêkên tansiyonê derketine holê, êşa mîdeyê lê giran bûye, li pêşberî deng û ronahiyê hesas e. Tevî van pirsgirêkên tenduristiyê jî min rojekê ew bêmoral nedît. Her carê dibêje ku berxwedana wî û ya hevalên wî wê dawî li tecrîdê bîne. Her kesên tên serdana wî moralê ji wî werdigirin."

'ŞAHIDIYÊ JI BEDEWIYA DILNIZMÎ Û BERXWEDANÊ RE DIKIM'

Saglam der barê bandora berxwedanê de ya li ser wî got, "92 rojan di şexsê hevalê Mehmet Alî de min şahidî ji bedewiya dilnizmî û berxwedanê re kir. Tiştekî gelekî giran û bi êş e ku li pêş çavê mirovan hevalê mirovan dihele. Lê belê ruhê berxwedanê yê bi biryar her roj bêhtir moralê dide mirovan. Cihê serbilindiyê ye ku mirov bi vê berxwedanê re ne."

Saglam herî dawî ji bo her kesî got ku divê ew jî bi kar û hewldanên xwe bibin bersiv ji vê berxwedana mezin re.