Îzmîrî li dijî rejîma 'yek zilamî' çûne 1’ê Gulanê

Li Îzmîrê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dest pê kirin.

Li Îzmîrê bi tevlêbûna gelek odeyên pîşeyan, sendika û partiyên siyasî yên mîna TMMOB, DÎSK, KESK’ê, HDP, EMEP, CHP’ê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dest pê kir. Çalakgerên 1’ê Gulanê li sê qonaxan civiyan. Ji rêgehên meşe heta bi qadê polîsan ablûka danîn û zêdebûna tîmên taybet ên li derdorê bal kişande ser xwe.

JI KARKERAN HETA BI KOMÊN ALÎGIRÊN FUTBOLÊ

Karker û kedkar hê sibehê ber bi qada mîtîngê ve bi rê ketin. Karkerên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê ya Karşiyaka û Çigliyê hatin cem hev, govend girêdan û bi wesayitan ber bi qadê ve çûn. Karkerên Saya, karkerên Çerm, Tekstîklê û Komeleya Karkerên Qundurayan di kortojê de cihê xwe dîtin. Her wiha komên alîgirên Dersimspor û Goztepe Spor jî hazir bûn.

Li cihê ku karker li hev kom bûn stranên Kurdî û Tirkî hatin gotin, govend hate geredan û hate gotin, ‘’Rewşa Awarte, qeyûm wê têk biçin, em ê bi ser bikevin’’, ‘Ji rejîma yekzilamî re na’’.