Îtiraza ji bo biryara tehliyeya Demîrtaş hate red kirin
Îtiraza ji bo biryara tehliyeyê ya ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate redkirin.
Îtiraza ji bo biryara tehliyeyê ya ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate redkirin.
20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya ji bo tehliyeya Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş red kir.
Dadgehê ragihand ku di biryara ji aliyê 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ve hatî dayîn de ti aliyekî li dijî qanûnan tuneye.