Îtalyanan dest bi kampanya 'Dem dema azadiya Ocalan e' kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalyayê kampanya 'Dem dema azadiya Ocalan e' dest pê kir. Yek ji pêşengên kampanyayê Artûro Salernî ye, ku sala 1999'an dema ku Ocalan hate Îtalyayê parêzerî jê re dikir.

Kampanya 'Dem dema azadiya Ocalan e' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birêxistinkirin, li Îtalyayê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir. Kampanya ji aliyê siyasetmedar, parêzer, rojnamevan, akademîsyen û endamên sendîkayê ve tê birêvebirin. Di koordînasyonê de ku ji 18 kesan pêk tê, Artûro Salernî jî heye ku sala 199'an dema ku Ocalan hat Îtalyayê parêzerî jê re kiribû.

DU ARMANCÊN XWE YÊN BINGEHÎN HENE

Endamên koordînasyonê diyar kirin ku ji bo dema dirêj du armancên wan ên bingehîn hene û wê li se vê bingehê kar bikin. Yek ji van armancan ew e ku hikumeta Îtalyayê bikeve nava liv û tevgerê ku sala 1999'an mafê penaberiya siyasî dabû Ocalan. Ya duyemîn jî ew e ku ji bo analîzên Rêberê Gelê Kurd ên li ser mijarên civakî, siyasî û azadiya jinê li qadeke berfireh belav bibe, tevî zanîngeh, komele û rêxistinên civakî yên sivîl semîneran li dar bixin.

'WÊ BERPIRSYARIYÊN HIKUMETA ÎTALYAYÊ BI BÎRA WAN BÊN XISTIN'

Gava destpêkê ya koordînasyonê wê ew be ku îmzeyên heta 9'ê Kanûnê kom bikin, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan bi civîneke çapemeniyê ragihîne. Piştre jî wê pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê û Wezareta Karên Derve bên kirin. Ji bo azadiya Ocalan wê berpirsyariyên hikumeta Îtalyayê bi bîra wê bê xistin ku mafê penaberiya siyasî dabû wî.

Di banga ji bo kampanyayê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 2013-2015'an de ji bo azadiya Abdullah Ocalan zêdeyî 10 milyon îmze hatibû komkirin û kesayetên navdar Dario Fo, Angela Davis, Noam Chomsky, Danielle Mitterrand, Ramsey Clark, Alice Walker, Gianna Nannini, Geraldine Chaplin jî mohra xwe danîbûn binê kampanyayê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dem dema azadiya Ocalan e" û ji bo piştevaniya bi aştiya li Rojhilata Navîn bang li her kesî hate kirin ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Kesayetên di nava koordînasyonê de cih digirin rola diyarker a Ocalan a li siyaseta Rojhilata Navîn ji nêz ve nas dikin. Û radigihînin ku ew serbilind in ji ber ku vê wezîfeyê dikin. Di nava koordînasyonê de ev kes jî hene; Ji Fakulteya Zanyarên Civakî ya Zanîngeha Calabrîayê Prof. Laura Corradi, senatorê berê Doç. Giovanni Russo Spena ku dema hat Îtalyayê pê re hevdîtin kiribû, Şaredarê Bercetoyê Luigi Luchhi ku welatîbûna rûmetê dabû wî, ji edîtorên Weşanxaneya Punto Rosso Silvana Barbieri ku parêznameyên wî lê hate çapkirin, Seroka Daîreya Çandê ya Şaredariya Napoli Eleonora De Majo û Rino Malinconico ku parêzname û fikrên wî ji nêz ve dişopîne."

Îmzeyên bên komkirin dikarin ji navnîşana [email protected] re bên şandin.

'OCALAN ME HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE'

Prof. Laura Corradi têkildarî mijarê peyamek bi dîmen parve kir û got, "Em îmzeyan kom dikin, ji ber ku azadiya Ocalan me hemûyan eleqedar dike. Ev adîl nîne: Lîderê gelê Kurd ku ji sala 1999'an ve li Îtalyayê xwedî statuya penaberiya siyasî ye, 22 sal in li nava deryayê li giravekê bi tena serê xwe di hucreyekê de tê hiştin. Ocalan afirînerê konfederalîzma demokratîk e, nivîsên wî ji bo tecrûbeya li Rojava, ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê ku li herêmê demokrasiyek navbera olan, gelan, zayendan heye. Azadiya Ocalan ji bo gelên aştîxwaz, bi taybetî ji bo jin û mêrên Kurd ji bo avakirina piştevanî û mafên mirovan gaveke bingehîn e."

'JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Giovanni Rosso Spena jî di peyama xwe de got, "Ji bo aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn divê êdî Ocalan bê berdan. Li Rojava bifikirin ku avaniyeke demokratîk lê hatiye avakirin. Tişta ku DAÎŞ jê ditirsiya ev bû, ji ber vê yekê rejîma otorîter a Erdogan jê ditirse. Ocalan di nava van bîst û du salan de bi peyamên şandî gelê Kurd perwerde kir. Lewma ev hewldan wê bibe gavek ji bo azadiya Ocalan.

Em hemû Kurd in, xwe Kurd dibînin. Bijî Ocalan, bijî azadiya wî."