ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok di kar de dimirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a li Tirkiyeyê, di salvegera 12'emîn de ku Ahmet Yildiz ê 13 salî li ser kar jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da.

ÎSÎG'ê bi bîr xist ku di doza mirina Ahmet Yildiz de cezayê girtîgehê yê 5 salan ku li karsaz hatibû birîn, bi hinceta 'rewşa baş' veguherandin cezayê pere û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

ÎSÎG'ê ragihand ku têkoşîna wan a li hemberî mirina karkerên zarok wê dewam bike.

Li gorî ÎSÎG'ê her sal li Tirkiyeyê 60-70 zarok li karê çandiniyê, pîşesaziyê, li naverastê dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin û xwest, li hemberî karkeriya zarokan tedbîr bêne wergirtin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

- Divê xebitandina zarokên binê 15 salî bi temamî bê qedexekirin.

- Kontrol divê bê zêdekirin û pêkanînên giran li karsazên ku zarokan didin xebitandin bê ferzkirin.

- Perwerde divê bê pere be û mufredateke ku pêwendiya xwe bi zanistî û jiyanê heye, bê pejirandin.

- Perwerdeya pîşeyî divê li gorî pêşketina zarokan bê plankirin.

- Divê qadên jiyanê yên zarokan ji çetebûyîn û narkotîkê bêne paqijkirin û çalakiyên spor, huner û çandê bêne zêdekirin.