Îranê 2 Kurdên din bi darve kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd bi darve kirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd bi darve kirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku duh di saetên şevê de dewleta Îranê li Mahabadê 2 Kurdên din bi darve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên hatine bidarvekirin, Abbas Dadwer ê ji Mahabadê û Fexredîn Mengur Nejad ê ji Şîno ye.
Hat diyarkirin ku her 2 kesên hatine bidarvekirin, beriya 4 salan hatibûn girtin.