Îran: Me çavkaniyeke nû ya petrolê ya ji 53 milyar varîlî dîtin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, ku wan çavkaniyeke petrolê ya nû ku kapasîteya wê 53 milyar brut varîle dîtine.

Çavkaniya nû ya petrolê bi qasî yek ji sê parên çavkaniyên heyî yên petrolê yên hatine tespîtkirine.

Rûhanî di axaftina xwe de ya li televîzyona dewletê got, çavkaniya petrolê li başûrê rojava yê eyaleta Huzistanê ye.

Rûhanî ji bo çavkaniya petrolê got, "Diyariyeke biçûk a hikumetê ya ji bo gelê Îranê ye." Nayê zanîn ku hatineya petrolê bandorê li jiyana rojane ya gelê Îranê bike yan na. Heta niha dewlemendiya Îranê bi rengekî wekhev nehatiye parvekirin.

Li gorî koma petrolê ya Îngiliz, Îran bi 155.6 milyar varîl petrolê çaremîn welatê li dinyayê xwedî çavkaniyên herî mezin ên petrolê ye. Li pêşiya Îranê Venezûela, Erebistana Siûdî û Kanada hene.