Îran dijî referandûmê derket!

Piştî  Iraq û Tirkiyeyê Îran jî li dijî biryara PDK'ê ya referandûmê derket.

Pişrî Iraq û Tirkiyeyê vê carê Îran ji li dijî biryara PDK'ê ya refernadûmê derket. Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Behram Kasimî têkildarî biryara referandûmê ya ku di 7'ê Hezîranê de ji aliyê PDK'ê ve hatî dayîn axivî û wiha got; "Nêrîna Îranê ya rêgezî û herî zelal piştgirî dayina yekbûyina xakê ya Iraqe ye."

Kasimî got arîşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de divê di nav çarçoweya destûrê de were çareserkirin.

Kasimî got, ‘’Iraqeke yekere, aram û demokratîk wê berjewendiya hemû qewm û mezheban a vî welatî biparêze. Îro pêdiviya Iraqê ji her demê bêhtir bi aramî û yekîtiya millî heye. Dubendiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê li gorî danûstandina millî, li gorî peyvan û destûra Iraqê werin çareserkirin.’’

Beryiya niha jî dewleta Tirk, Iraq, DYE û Elmanya jî bi daxuyaniyên hevşib dabûn.