Însyatîfa Zarokên Agir rêze çalakî kirin

Însyatîfa Zarokên Agir rêze çalakiyên di navbera 12-23’yê Hezîranê li bajarên cuda yên hatin kirin li xwe girtin.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek nivîskî da, agahiyên li ser 7 cihên kiribûn hedef parve kir.

Agayiyên hatin dayîn wiha ne:

“13’ Hezîran li Taxa Îbrahîmlî ya Dîlokê wesayîta du kesên girêdayî AKP’ê hate şewitandin û bû xwelî.

19’ê Hezîranê li navçeya Gawirdaxi ya Dîlokê tankerekî tije benzîn ji aliyê însyatîfa me ve hatiye şewitandin. Tanker bi temamî şewitiye û bêkrê bûye.

21’ê Hezîranê fabrîqeyek ya tekstîlê ya li Herêma 4’an a Pîşesaziyê ya Organîzeyê hatiye şewitandin û bûye xwelî. Her çendî çapemeniya Tirk bigotinên li Dîlokê li ser hev şewatên biguman hebin jî dabe nîşandan û xwestibin rastiyê veşêrin jî lê şewata tolhildanê ev yek ronî kiriye. Em endamên xwe yên ku agirê tolhildan û azadiyê geş kirine silav dikin.

22’yê Hezîranê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya li Samatya ya Stenbolê bi agirê tolhildanê hatiye şewitandin. Ev yek bersiveke ji bo çeteyên AKP-MHP’ê yên li Kurdistanê bi zanbûn gelê me bi jehrî, nexweş û bi zanabûn vîrûsa koronayê belav dike. Ji ber şewatê nexweşxane hatiye valakirin, wezîrê tenduristiyê û walî bûyer xistiye ser stûyê ciwanekî ku madeyên hişbir bikar diîne. Wê Însyatîfa Zarokên Agir ji dijminê gelê Kurd ê nexwe û li ser doşeka mirinê jî bixwazin. Wê encamên çalakiyên me bên eşkerekirin.

22’yê Hezîranê li navçeya Pamûkkale ya Denizliyê wesayîteke ya faşîsta hatiye şewitandin.

22’yê Hezîranê li Taxa Anadolû ya Isparta munûbîsa ku girêdayî şirketa dijminê gelê Kurd hatiye şewitandin û bûye xwelî.

 22’yê Hezîranê fabrîqeya hilberîna çîm a li Dilovaisya Kocaeliyê hatiye şewitandin. Şewat piştî 3 saetan û şûnde tevî bi deha wesayîtên agir vemirînê bi zorê hatiye vemirandin.”