Însyatîfa Zarokên Agir gelek cih şewitandin
Însyatîfa Zarokên Agir bi daxuayaniyekê ragihand ku li gelek bajaran li dijî dewleta Tirk cihên kar şewitandine.
Însyatîfa Zarokên Agir bi daxuayaniyekê ragihand ku li gelek bajaran li dijî dewleta Tirk cihên kar şewitandine.
Însyatîfê li ser mijarê ev agahî parve kir: “ 8’ê Tebaxê li Bornova ya Îzmîrê dikana ‘faşîstekî Tirk’ şewitandin.
9’ê Tebaxê li Îngol a Bûrsa, dikanek daran, li Denîzlî fabrîqeyeke piştemal a ji bo jinên AKP’î dihate hilberandin, heman rojê li Denîzliyê trafoyeke ya elektirîkê û li Tekirdagê jî deverek û li Îzmîrê jî depoyeke ya xurdeyan hatiye şewitandin.”