Însyatîfa Zarokên Agir: Cihên faşîstan hatin şewitandin

Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di dîrokên navbera 18-21’ê Gulanê hinek dever şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek nivîskî da got: “Li dijî AKP a faşîst ku xwe li hestiyên Kurdan jî ranagire, dîsa pasîvkirin, ya heyî qebûlkirin û polîtîkayên qirêj ên rastiya dijmin entegre dike bi salan e agirê berxwedan û azadiyê yê mejiyê dijmin dişewitîne tê kirin, hesab tê xwestin. Dîsa ev dijminê hov tenê ji vî zimanî fam dike. Ji bo her Kurdekî bi rûmet didin nîşandan ku wê tolhildana agir siberojên nû biafirîne.”

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“18’ê Gulana 2020: oteleke ya faşîst a girêdayî MHP’ê li Datça-Mûglayê hate şewitandin û bû xwelî

19’ê Gulana 2020: Li navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê motorsikletek a faşîstan û munubîsek a servîsê hate şewitandin.

20’ê Gulana 2020: Li navçeya Sîncan a Enqerê,  li herêma Pîşesazî ya Organîze Anadolû fabrîqeyek ya hevkarên AKP’ê ku amûrên tenduristiyê ya ji bo wezareta tenduristiyê çêdikir hatiye şewitandin û depoya wê jî bêkêr bûye. Ziyaneke mezin a madî gihiştiye faşîstan. Dîsa heman dîrokê li navçeya Sariçam a navenda Edeneyê wesayîteke faşîst ê dijminê Kurdan hatiye şewitandin.

21’ê Gulana 2020: li sîteya pîşesazî ya Kuçuk Mermerçiler a Dîl Ovasi ya Kocaeliyê sîstema asansorê ya bi taybet ji bo kasaya şer a AKP’ê kar dike û fabrîqeyeke ya pîşesazî ku parçeyan wê dihilberand hatiye şewitandin.”