Însiyatîfa Zarokên Agir kargeh û wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir li çar bajarên Tirkiyeyê kargeh û wesayit şewitandin.

Însiyatîfê ragihand ku 20'ê Hezîranê li navçeya Konakê ya Îzmîrê avahiya walîtiyê şewitandin. Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li navçeya Kûşadasi ya Mûglayê qada bermahiyan şewitandine.

Têkildarî şewitandinên li Balikesîr û Stenbolê jî ev agahî hatin dayin:

"20'ê Hezîranê li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê wesayiteke taybet hate şewitandin.

21'ê Hezîranê li Uskudar û Sûltanbeylî yên Stenbolê du wesayit hatin şewitandin."