Însiyatîfa Zarokên Agir 5 wesayit, botek û marketek şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku li Stenbolê 2 jê qemyon 3 wesayit, li Îzmîrê 2 wesayit, li Konyayê marketek û li Bûrsayê jî botek şewitandin.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku li Stenbolê 2 jê qemyon 3 wesayit, li Îzmîrê 2 wesayit, li Konyayê marketek û li Bûrsayê jî botek şewitandin.
Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir de hate gotin, "Eger mafê jiyana azad ji Kurdan re nayê dayin, wê demê her kesên faşîst ên dijminê Kurdan rehet nekin."
Li gorî daxuyaniyê 11'ê Cotmehê li Kûşûnlû ya Bûrsayê li bendergehê boteke 'faşîstan', heman rojê li navçeya Ereglî ya Konyayê li taxa Barbarosê Marketa Çîmen, 10'ê Cotmehê li Reîsdere û Zeyntînler ên Îzmîrê 2 wesayitên 'MHP'iyan, 9'ê Cotmehê li navçeya Eyup Sûltan a Stenbolê li taxa Çinarê wesayiteke 'MHP'iyan û heman rojê li Esenyûrt a Stenbolê jî 2 qemyonên 'dijminên Kurdan' hatin şewitandin.