Însiyatîfa Zarokên Agir 2 deverên din jî şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Mersîn û Balikesîrê du deverên din jî şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Tarsûs a Mersînê di 21'ê Hezîranê de agir berdane haleke zebzeyan. Însiyatîfê diyar kir ku agir bi derdora halê jî ketiye û destnîşan kir, "Şewatê bi saetan dewam kir û ji tevahiya Mersînê hate dîtin."

Însiyatîfê diyar kir ku heman rojê li navçeya Erdek a Balikesîrê jî şantiyeyeke şaredariyê dan ber agir û ragihand, "Ev yek weke dersek ji bo tayînkirina qeyûman a li Kurdistanê hatiye lidarxistin. Di encama vê şewatê de bi dehan wesayitên şaredariyê yên li şantiyeyê şewitîn. Şaredariyê xisareke mezin dît."

Însiyatîfê destnîşan kir ku çalakiyên wan wê bidomin.