Însiyatîfa Zarokên Êgir gelek kargeh û wesayit şewitand

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li pênc bajaran gelek kargeh û wesayit şewitandine.

Însiyatîfê diyar kir ku 23'ê Sibatê li navçeya Tekkekoy a Samsûnê febrîqeya hesin pola, li Karşiyaka ya Îzmîrê ofîsa Turkcellê, li navçeya Torbali jî TIR'eke li ser otobanê şewitandin.

Heman rojê li taxa Esenevler a Osmaniyeyê mînîbusek û li derdora gundê Çagsakê jî qemyoneke bi xaliyan dagirtî, li Bornova ya Îzmîrê taksiyek, li Înegolê ya Bûrsayê jî kargehek hate şewitandin.

Di 22'ê Sibatê de li Kagithane ya Stenbolê, malzemeyên îzolekirina germahiyê hatin şewitandin.