BI DÎMEN

Înisiyatîfa Jinên Tolhildêr bîlançoya çalakiyan eşkere kir

Înisiyatîfa Jinên Tolhildêr, bîlançoya çalakiyên ku ji 20’ê Adarê û vir ve pêk aniye, eşkere kir.

Înisiyatîfa Jinên Tolhildêr, bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çalakiyên ku li gelek bajaran lidar xistin de li wesayîtên zirxî, hedefên leşkerî û hevkaran xistine û ragihand ku wan bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêze çalakî lidar xistine.

Bîlançoya van çalakiyan wiha ye:

"20’ê Adarê êvarê li Qoserê di çalakiyên piştî Newrozê de înisiyatîf wesayiteke zirxî kir hedef û da ber agir. Wesayîta zirxê ya ku ji aliyê pêş ve şewitî êdî nikare bê bikaranîn. 

-27'ê Adara 2024'an bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li Erzîromê wesayiteke hevkarên faşîst hate şewitandin. 

-22'yê Adara 2024'an li Geverê li dijî mala ku çawişên pispor lê diman weke Yekîneyên Geverê çalakiyek hate lidar xistin û mal hat şewitandin.

-28'ê Adarê li taxa Bagcilar a Stenbolê û 30'ê Adarê jî li navçeya Kagithaneyê li dijî hevkaran çalakî hatin lidar xistin. Li vir wesayîtên aîdî hevkaran hatin şewitandin. 

-Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelek taxan çalakiyên nivîskî hate lidar xistin. 

- Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê wêneyên Rêbertî û Mazlûm Dogan hatin vekirin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

-4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li Geverê bi awayekî hemwext li taxên Yeşildere, Esentepe, Yenî Mahalle û Gongur, bi taybetî jî li navenda bazarê ji aliyê tîmên me ve bi coş hat pîrozkirin. Şeva 4'ê Nîsanê saet di 20:00’an de tîmên me li 3 nuqteyên navenda bazarê bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Li taxên Yeşîldere, Esentepe, Yenî Mahalle û Gongurê bi awayekî hemwext bi fîşekên hewayî pîrozbahî hatin lidar xistin. Bi heman awayî gelê me ya li van taxan jî bi derxistina deng û tilîliyan piştgirî dan çalakiyên me. Li taxa Cumhûriyetê ya Geverê saet 24:00’an me sîstema deng a bilind li 2 cihên cuda bi cih kir û axaftinên Rêber Apo û stran bi gelê xwe ya li taxê da guhdarîkirin.”

ÇALAKIYÊN LI WANÊ

Înisiyatîfa Jinên Tolhildêr, li dijî hewldana desteserkirina vîna gelên li Wanê, li Colemêrg, Gever û Wanê hin çalakî girtin ser xwe.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Weke ku tê zanîn hemû gelê me li dijî darbeya siyasî ya li Wanê rabû serhildanê. Her der bûbû kolana serhildanê. Bi vê wesîleyê, tîmên me jî her tim di çalakiyê de bûn. Li Navçeya Altintepeyê li parka aîdî qeyyûmên dagirker çalakiyek hate lidar xistin. Park bi temamî hate hilweşandin û xirakirin. Şeva 2'ê Adarê li Geverê li dijî hewldana darbeya siyasî ya li Wanê li navenda sûkê barîkat hatin danîn û agir hatin vêxistin. Tîmên me bersiveke tund dan êrîşa polîsên dagirker. Dagirker bi molotof û EYP’iyan hedef hatin girtin. Li dijî gelê sivîl bi guleyên lastîk û gaza îsotê êrîş pêk hatin. Ciwanên Geverê tevî tîmên me li taxên Esentepe, Gongur, Cumhûriyet, Yeşîldere û Ormanê û her wiha li bazara Gever û navendê heta saetên sibê berxwedana xwe dewam kirin."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em li dijî dagirker, diz û hevkaran her tim di nava çalakiyan de bin. Em rê nedin dagirkeran. Êdî kêr gihiştiye hestî. Em hemû ciwanan vedixwînin refên xwe û qadên xwe yên çalakiyan."