ÎHD ‘Xeleka aştiyê’ çêkir
Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser Rêya Îstiklalê hatin cem hev ‘Xeleka aştiyê’ çêkirin.
Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser Rêya Îstiklalê hatin cem hev ‘Xeleka aştiyê’ çêkirin.
Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbol, ‘Xeleka aştiyê’ ya ku her sal 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çêdikin a îsal li Qada Galatasarayê çêkirin. Di çalakiya li ser lolîpopên ku bi zimanê Tirkî, Kurdî, Îngilîzî, Fransî, Japonî, Ermenî û Rûmî ‘Aştî’ li ser nivîsandî hate hilgirtin de, tim dirûşmên “Ji şer re na, niha aştî” qîr kirin.
‘AŞTÎ MAFEKÎ GIRÎNG E’
Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate dayîn. Yolerî bal kişand ku mafê aşît di warê kes û gelan de mafekî mirovî yê girîng e, ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke ‘Mafê aştiyê yê pîroz’ hatiye îfadekirin. Yolerî diyar kir ku divê aştî bi rêya çekê neyê sînordarkirin.”
‘DIVÊ EV GAV BÊ BERDEWAMKIRIN’
Yolerî destnîşan kir ku têkildarî aştiyê ya li Tirkiyeyê gelek tişt hene bê kirin û bê gotin û wiha pêde çû: “Tirkiyeke di nava aştiyê de, enceq xwe bispêre maf û azadiyê bi destûreke bingehîn û sîstemeke qanûnî dibe. Ji bo demokrasiyek cihê reng aştî şert e. Yolerî diyar kir ku dewlet di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û ber bi çareseriya demokratîk ve, gavekî di cih de û girîng bû, divê ev gav bê berdewamkirin.
Yolerî ya ku nimûneyên Kolombiya-FARC, Îspanya-ETA nîşan da, anî ziman ku diyar e ku aştî mimkûn e. Yolerî wiha got: “Mafê aştiyê yê pîroz parastin erkeke. Ji bo vê divê Tirkiye, pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokrasiyê û rêyên muzakereyan çareser bike.”
Piştî daxuyaniya Yolerî û şûnde li Rêya Îstiklalê dest dan destên hev xeleka aştiyê çêkirin, welatiyên derdorî jî beşdar bûn û piştgirî dan çalakiyê.