ÎHD: Jiyana Demîrtaş di metirsiyê de ye

ÎHD’ê têkildarî jiyana Selahattîn Demîrtaş hişyarî da û got ku jiyana Demîrtaş di metirsiyê de ye.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa wê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta “Bila Selahattîn Demîrtaş û girtiyên nexweş hemû werin berdan” hat daliqandin. Ji parêzerên ÎHD’ê Zeynep Ceren Boztoprak daxuyanî xwend.

Botoprak diyar kir ku her roja ku diçe şertên girtiyan di warê binpêkirina maf û azadiya wan de giran dibe û ji ber vê yekê jî rewşa tenduristiya girtiyan nebaş dibe û got: “Ji ber rewşa girtîgehan di demên kin de girtî nexweş dikevin û rewşa girtiyan xerab dibe. Niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş li sînorê mirinê ne.”

‘JIYANA DEMÎRTAŞ DI BIN XETEREYÊ DE YE’

Bozotprak anî ziman kul i gorî raporên 2019’an ên ÎHD’ê 457 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û her ku diçe roj bi roj rewşa girtiyan nebaş dibe. Boztoprak bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nexweş ketiye û piştî 4 rojan sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Boztoprak destnîşan kir ku jiyana Demîrtaş di bin xetereyê de ye û got: “Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan. Em bang li Wezareta Dadê û berpirsiyaran dikin ku rewşê binpê nekin. Heke tiştek were serê Demîrtaş û girtiyên din rayedarên dewletê û Wezareta Dadê berpirsiyar in.”