ÎHD ji bo dîtina Rêber Apo wê serlêdanê bike

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku heyeta ÎHD'ê ji bo karibe Rêber Apo bibîne wê careke din serlêdanê bike.

ÎHD JI BO ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ WÊ SERLÊDANÊ BIKE

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, "Rojên bê ji bo heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) biçe Girava Îmraliyê wê bang û daxwazeke me ya nû hebe."

Huseyîn Kuçukbalaban got, "Divê hawirdoreke demokratîk ku hemû beşên civakî li ser rêya aştiyê bibin xwedî gotineke hevpar bê avakirin. Divê rê li ber hevdîtina bi malbat û parêzeran a Abdullah Ocalan re bê vekirin. Niha tenê hevdîtinek hat kirin. Paşê ji bo raya giştî daxuyanî hat dayîn, lê paşê dîsa cezayê dîsîplînê hat birîn. Civak êdî ji van cezayên dîsîplînê bêzar bûye. Êdî ev, tiştên ku civak dixwaze bi xwe ne. Bi taybetî jî gelê kurd. Her wiha bilêvkirina aştiyê di nava civakê de hêviyekê çêdike. Divê ev hêvî bê mezinkirin."