ÎHD'ê raporek li ser girtîgehên li Anatoliya Navîn eşkere kir

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn raporek eşkere kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê, rapora binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn a mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2017'an bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê, giliyên malbatan, agahiyên di çapemeniyê de derketin, nameyên girtiyan şandin û agahiyên parêzeran parve kirin tev di raporê de kom kirin û parve kirin. Di raporê de îhlalên li girtîgehên Tîpa F yên Bolu û Kirikkale, girtîgeha Tîpa E ya Nevşehirê û Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sincanê û Girtîgeha Hêjmar 2 aı Kayseri/Bunyan jî di nava xwe de diparêze. 

Komîsyonê rapor li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Endama komîsyonê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku hem zextên ji bo cilên yek tîp û hem ji zextên cudayên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Çevîrmen, anî ziman ku girtî 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û hemû jiyana wan di bin mudaxaleyê de ye û girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Di raporê de rewşa li girtîgehan wiha hate vegotin:
 
* Li şûna mafê sohbetê hefteyê 10 saet be, daxistine mehê 10 saetan. 
 
* Gelek kanalên televizyonê hatine qedexekirin. Tenê kanalên îslamî serbest in. Kanalên CNN Turk, Fox Tv jî hatine qedexekirin. 
 
* Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi, Evrensel û yên wekî din nadin girtiyan. 
 
* Di hevdîtina bi telefonan de dixwazin girtî û malbat tekmîl bidin. Ger ku girtî tekmîl nedin telefonê qut dikin. 
 
* Hemû alavên metal hatin komkirin û li şûna wan bi plastikan guhertine. 
 
* Radyo tev kom kirine. Mafê girtiyan ên agahiyê û ragihanidinê ji destê wan girtine. 
 
* Girtiyên nexweş nayên sewqkirin. 
 
* Raporên tenduristiyê nadin girtiyên nexweş. 
 
* Girtiyên tên sewqkirin bêyî vîn û daxwaza xwe tên sewqkirin. 
 
* Nexweş li nexweşxaneyan li gorî hewcehiyê nayên dermankirin. Zorê li girtiyan dikin ku bi kelepçeyan muayine bibin. 
 
* Di meha cotmehê de gelek caran bi ser odeyên girtiyan de girtin û alavên wan desteser kirin. Girtî bêyî vîna wan sewqî girtîgehên Kayseri-Bunyanê kirin û alavên wan jî nedan wan. 
 
*  Girtiyên tên sewqkirin û wan dişînin nexweşxaneyan jî rastî lêgerîna tazî ya bi zorê tên. Girtî li odeyên ku hêj înşaeta wan temam nebûye tên girtin. Li odeyan amûrên paqijiyê tên komkirin û pirsgirêkên paqijiyê heye.
 
* Her roj serê sibê û êvarê li ser piya jimartên tê kirin. Girtiyên vê qebûl nakin rastî êrîşa fizîkî hatine û hatine derpkirin. Ji ber vê êrîşê li ser laşe wan rastî şopên derbê hatine û bijîşk rapora derbê nedaye wan. 
 
* Li gel bûyera derbkirinê 24 saet li ber kamerayan pêk hatiye jî li gel vê yekê yên vê bûyera derbê kirine qebûl nakin. 
 
* Hejmara pirtûkan bi 5 heban re hatiye sînorkirin. 
 
* Karmendê tenduristiyê tune ye. Di rewşê lezgîn de hatiye diyarkirin ku dê li 112’an bigerin, lê her çiqas pergala 112’an bi lez bê xebatindin jî lê gihandina lezgtîn zor e û rewşek talûke diafirîne. 
 
* Pêdiviyên nexweşên diyete pêk nayê û hêj pergala pêdiviyên vejetaryan nehatiye avakirin. 
 
* Kelûmelên nexweşan ên pêwîst hatine qedexekirin. Bi hinceta rapor tune ye nadin wan. Mînak ji bo nexweşiyên renyo, romatîzmal, astim û her wekî din kelûmelên mîna kumik, lepik, bataniyên guncav, balgî, mînder û her wekî din ku lazim in şertê raporê anîne. 
 
* Tenê mevresîmek û çarşafek didin. Bi taybetî hatiye diyarkirin ku derfetên zivistanê yên serşok û ziwakirinê li ber çavan hatiye girtin û ev yek rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. 
 
* Dema sewqa nexweşxaneyan tê dayîn sewq pêk nayê. 
 
*Kamerayên bi odeyên girtiyan ve kirin, 24 saetan qeyd dike. Bi kamerayên nava odeyan ve kirin, qadên jiyanê yên hevpar tên şopandin, ketin û derektina tuwalet û serşoyê jî bi van kamerayan tên qeydkirin. 
 
*Girtiyan li şûna 10 saeta  derxin qadên spor û sohbetan, 5-6 saetan derdixin. Qursên bîlgîseyar û sazê jî tuneye. 
 
* Ava gerim di hefteyekê de du rojan 4 saetan didin. Ava didin jî negerme û kêm tê dayîn. 
 
*Kaloferan jî bi hincetên “Yek ji qazanan xera bûye, parçeyên wê keme, heya were dê wisan be” vênaxin. 
 
*Xwarin bêkalîtene û heta bêje xerab çêdikin. Ligel ku hat xwestin çêkirina xarinan bê sererastkirin jî, bi hincetên cuda heman şêweyê çêkirina xarinê berdewam kirin. Xwarinên herî nexweş didin girtiyan û tu vîtamînê nade girtiyan.  
 
*Aqûbeta daxwaznameyên ji saziyên serfî yên cudare hatin nivîsandin nayên zanîn. 
 
* Ev çend meh e îdareya girtîgehê li berber "meqes" qedexe kiriye û por nayê kurkirin. Bi hincetên ewlehiyê porê yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Girtiyan da zanîn ku ew vê pêkanînê qebûl nakin, "giştînameyeke veşarî" ji îdareyê re hatiye û biryara "qedexeyê" hatiye girtin.
 
* Taytên reş ên malbatan di koliyan de ji girtiyan re şandiye û bi laşê mirov ve dizeliqe, (wekî cilên binî tê pênasekirin) hatiye qedexekirin. Hincet dîsa heman tişt e, "ewlehî". Zivistan hatiye, her çendî hucre sar bin jî ev cil hatine qedexekirin û pirsgirêkên di vê der barê de dewam dikin.
 
* Dîlber Tanrikulu ya ji Nisêbînê anîne û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê de tê girtin, di sermil û milê wê de birîn hene; protez avêtine piyê wê û bi wê li ser piyan disekine. Ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê, pêwîstî bi daşira alafrangayê heye, lê ev pêwîstî nehatiye pêşwazîkirin.