ÎHD’ê Metîn Can û Hasan Kaya bi bîr anî

ÎHD’ê Serokê Şaxa Xarpetê yê ÎHD’ê Parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya bi bîr anî yên ku di sala 1993’yan de piştî ku hatibûn revandin, hatibûn qetilkirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Xarpetê Parêzer Metîn Can û endamê ÎHD’ê Dr. Hasan Kaya di 21’ê Sibata 1993’yan de hatibûn revandin. Di 27’ê Sibata 1993’yan de, di bin pira Dînar a navbera Xarpêt û Dêrsimê de, bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.

Navenda Giştî ya ÎHD’ê ku bi wesîleya salvegera qetilkirina Parêzer Can û Dr. Kaya daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hatiye zanîn ku Mehmût Yildirim ê ku bi nasnavê ‘Yeşîl’ tê naskirin û bi gelek belgeyên fermî derketiye holê bi rêxistina polîs, îstixbarat û ewlekariya dewletê re têkiliya wî heye ev çalakî kiriye.”

ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Metîn Can û Hasan Kaya çavkaniya îlhamê ya tevgera mafê mirovan û nirxê civakî yên ÎHD’ê ne.

Her wiha ÎHD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev 28 sale ew têkoşîn dikin ku berpirsên kujerên Parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya bê dîtin û got: “Em ê têkoşîna xwe dom bikin. Heman ev têkoşînek li beramberî polîtîkaya bê cezahiştinê ye. Ev têkoşîn têkoşîna parastina û pêşxistina mafê mirovan e. Em li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin.”