ÎHD: Divê daxwazên Leyla Guven bên pêkanîn

ÎHD’ê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê ku tê dîlgirtin daxuyaniyek da û got, "Divê daxwazên Guven li ber çavan bên girtin û ji bo dawî li çalakiya xwe bîne, lihevkirin pêk were.”

Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê de daxuyaniyek weşand.

'TECRÎD Û ÎZOLASYON LI DIJÎ HEMÛ PEYMANAN E'

Serokê şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Abdûllah Zeytûn di 10’ê Mijdarê de çû hevdîtina Leyla Guven a ku li girtîgeha tîpa E ya Amedê tê ragirtin. Zeytûn bal kişand ser rewşa Guvenê û got, "Rewşa tendirûstî û moralê birêz Guvenê baş bû. Birêz Guvenê egera xwe ya ketina grevê wiha vegot, 'Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê, dewamkirinna mirin û pevçûnan ”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîd û îzolasyon li dijî peymanên navneteweyî û hiqûqê mirovane ye û vê pêkanîna tên kirin li dijî hiqûqê ye.

'DIVÊ GUVEN BÊ BERDAN'

ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de ev xal rêz kir:

"Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dayî destpêkirin, mafekî bingehîn e û divê pê re bi riyên siyasî û burokratîk hevdîtin bê çêkirin, divê daxwazên wê li ber çav bên girtin û ji bo dawîlêanîna çalakiyê pê re lihevkirin bê pêkanîn.”

Ji bo ku endama Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ye divê serokê meclîsê di asta Wezareta Edaletê de serî lê bide da ku Leyla Guven bê berdan.

Dîsa divê ji ber vê pêkanîna neheq û newekhev demildest rewşa dîlgirtîbûnê ya Guven bê dawîkirin û Guven berdan.”