ÎHD: Bûyerên li Îmraliyê diqewimin êşkence ye, divê tecrîd tavilê bê rakirin
ÎHD'ê li ser Meşa Azadiyê ya li Gemlîkê daxuyanî da û diyar kir ku kiryarên li Îmraliyê êşkence ye û divê tecrîd tavilê bê rakirin.
ÎHD'ê li ser Meşa Azadiyê ya li Gemlîkê daxuyanî da û diyar kir ku kiryarên li Îmraliyê êşkence ye û divê tecrîd tavilê bê rakirin.
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên di dema Meşa Azadiyê ya Gemlîkê de qewimî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Weke ku me gelek caran ragihandin; tecrîd û îzolasyon rêbazên cuda yên êşkenceyê li girtîgehan e. Bi taybetî kiryarên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku têkilî bi temamî hatiye qutkirin, li gelek girtîgehên Tirkiyeyê ketiye meriyetê. Li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Tîpa S ên dema dawî hatin avakirin, binpêkirinên mafên mirovan nîşaneya herî şênber a belavbûna kiryarên tecrîdê ye.
Tecrîda li Îmraliyê hem dibe sedema binpêkirina qedexeya kiryarên xerab û êşkenceyê, hem jî li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk dibe asteng. Destwerdana li parlamenter û mirovên li ber tecrîdê radibin, nîşan dide ku dixwazin tecrîdê dewam bikin. Lê belê destwerdana li mirovan di heman demê de bi pratîkî betalkirina mafê meş, xwepêşandan û civînê ye.
Di vê demê de ku bikaranîna maf êdî bûye rewşeke îstîsnayî, weke parêzvanên mafên mirovan em careke din destnîşan dikin ku divê kiryarên tecrîdê tavilê bi dawî bibin, girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê karibin bi parêzer, wasî û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî tevbigerin, dawî li destwerdana li mirovên li ber tecrîdê radibin bînin, kesên hatine binçavkirin berdin û têkildarî wezîfedarên cemaweriyê yên berpirsyar lêpirsîn bê destpêkirin."