Êzidiyên li Rûsyayê li ber êrişkariya PDK'ê rabûn

Êzidiyên li bajarê Çelyabînsk yê Rûsyayê têkildarî şerekî gengaz ê navxweyî hişyarî dan û ji bo diyalogê bang kir.

Êzidiyên li bajarê Çelyabînsk yê Rûsyayê, têkildarî êrişkariya PDK'ê ya li ser herêmên gerîla daxuyaniyek da.

Serokê Saziya Dîaspora Kurdên Çêliyabînskê Sêvdînê Davoyî işaret bi êrişkariya PDK'ê ya li ser herêmên gerîla jî kir û destnîşan kir ku eger ji ber vê êrişkariyê şerekî navxweyî rû bide ev ê bibe têkçûna gelê Kurd û xizmetê ji neyarên Kurdan re bike.

Di daxuyaniyê de bang li malbata Barzanî û PDK'ê hate kirin ku dest ji van planên xwe yên qirêj û hevkariya bi dewleta Tirk re berde.