Êzidî wê di 4’ê Mijdarê de li Dusseldorfê werin ba hev

NAV-YEK’ê bang li hemû Êzidiyan kir ku di 4’ê Mijdarê de ji bo Ocalan li Dusseldorfê werin ba hev.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) îro ji bo meşa di 4’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

‘BERIYA HER KESÎ OCALAN HATE HEWARA ME’

‘Bêguman yên ku divê herî zêde ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan aciz dibe û divê aciz bibin, gelê me yê Êzidî ye. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan beriya her kesî qetlîama li ser Êzidiyan texmîn kir, hişyariyên xwe kir û her kes vexwend peywirê. Di peyam û hevdîtinên xwe de hişyariyên girîng dikir û dixwest her kes tevdîrên xwe bi cih bîne. Lê mixabin ew hişyariyên wî têra xwe bi cih nehat û wekî ku tê zanîn fermana 73’emîn li ser gelê Êzidî pêk hat. Lê dereng be jî, li ser xeta fikrên wî berxwedanek pêk hat û hin nirx hatin parastin.

‘JI BO AZADIYA OCALAN EM TEVLÎ MEŞÊ BIBIN’

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku divê her kes xwedî li Rêbertî derkeve  û ji bo azadiya wî têbikoşe. Bi vê mebestê em her kesî vedixwînin meşa Dusseldorfê ya ku wê di 4’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

NAV-YEK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.