Êzidî teqez wê bi ser bikevin

A rast gundên ku Heşdî Şebî lê ne ji mêj ve dikarîbûn ji dest DAIŞ’ê werin standin lê arîşeyên ji PDK’ê bûn sedem ku ev gund ji dest DAIŞ’ê neyên standin.

Li derdora Şengalê rewşeke nû heye. Artêşa Iraqê li nav Mûsilê û Heşdî Şebî jî li dedora Mûsilê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Di encama vî şerî de Heşdî Şebî hatiye ber sînorê Şengalê û çend gundên Êzîdî ji dest DAIŞ’ê standiye. Vê rewşê arîşeyên nû bi xwe re anîn. DAIŞ qirker û dagirker bû. Heşdî Şebî wê çawa nêzîkî gundên Êzîdî û Şengalê bibe;  ji niha û pê de pirsa ku wê li bersiva wê were gerandin ev e.

Ji bo Êzîdiyan 3’ê Tebaxa 2014’an xala fetlonekê ye. Êdî vegera li rewşa beriya 3’ê Tebaxê ji bo Êzîdiyan wê bibe xwekuştin, wê were wateya berjêrbûna li  ber sîstema qirker û normalkirina vê. Êzîdî jî wê vê qebûl nekin. Êzîdî Xweseriya Demokratîk dixwazin. Ji bo vê jî heke PDK were û bibêje ez ê bibim serdest an jî Heşdî Şebî yanî Iraq bibêje ez ê bibim serwer nayê qebûlkirin. Êzîdî, kî xweseriya wan a demokratîk, ango xweparastina li ser meclîsê, kî rêveberiya wan qebûl bike wê bi wan re dost bin. Heke Heşdî Şebî li ser navê Iraqê bibêje ez ê bibim serwerê gundên Şengalê, arîşeya ku Êzîdî bi PDK’ê re jiyan wê bi Iraqê û Heşdî Şebî re jî bijîn.

A rast gundên di dest Heşdî Şebî de ji mêj ve dikarîbûn ji dest DAIŞ’ê werin standin lê ji ber arîşeyên PDK’ê standina van gundan hate astengkirin. PDK’ê pêşniyara ‘em operasyona hevpar bikin’ a YBŞ’ê qebûl nekir û bi êrîşkariya xwe nehişt ku YBŞ van gundan bistîne jî. Heke niha Heşdî Şebî li gundên Şengalê ve berpirs PDK ye. PDK li şûna ku van şaşîtiyên xwe bibîne ji bo şaşitiyên xwe veşêre PKK’ê sûcdar dike. PDK jî weke AKP’ê ya Tirkiyê bi propagandayê dixwaze rastiya berevajî bike. PDK di her babetê de zarî AKP’ê dike. Naxwe desthilatdarên qels serî li vê rêbazê didin.

Ev zelal e; êdî ne PDK ne Heşdî Şebî nikarin serwerî Şengalê bibin. Şengal wê xweser bibe. Şengal wê ji hêla gelê Şengalê ve, bi meclîs û xwerêveberiyên wan ve were birêvebirin. Parastina Şengalê jî wê ji hêla hêza xweparastinê ya Êzîdiyan ve were kirin. Heta ku nebin xwedî hêza xweparastinê û heta ku ev hêz ne girêdayî meclîsa Êzîdiyan be wê ji fermanan xilas nebin. Niha Êzîdî tenê tiştekî dixwazin; bigihijin statûyekê da ku fermaneke dî bi ser wan de neyê. Ev heqê Êzîdiyan e. Ji bo bigihijin vê statûya xweser ku weke şîrê dê li wan helal e, di serî de Kurd divê hemû dinyayê destekê bide Êzîdiyan.

Piştî fermana DAIŞ’ê arîşeya Êzîdiyan bûye ya hemû mirovahiyê. Êdî pirsa xweseriya şengalê ya NY’yê ye. NY ku li vê pirsê xwedî dernkeve wê li çi xwedî derbikeve? Êzîdî xwedî baweriya herî qedîm a dîrokê ne. Kurd şandeya kokî ya çandî ya mirovahiyê bin, Êzîdî jî şaneya kokê ya Kurdan ango ya hemû mirovahiyê ne. Ji bo vê jî hemû mirovahî berpirs e ku li Êzîdiyan xwedî derbikeve. Êzîdî li bendê ne ku hemû mirovahî li xweseriya Şengalê xwedî derbikeve.

Heşdî Şebî û PDK divê zanibin xwediyê Şengalê hemû mirovahî ye. Divê êdî ji serê xwe bavêjin ku ew serwerî Şengalê bibin û bi rê ve bibin. Êzîdî jî bi helwesta xwe divê vê hewesê li wan bişkîne. PDK bi pere,zext û şerê taybet dixwaze beşek ji Êzîdiyan bike hevkarê xwe. Ev ji bo PDK guneh e, şerm e. PDD tenê bi nasîna xweseriya Şengalê dikare xwe ji şerma 3’yê Tebaxê xilas bike. Ji bo vê jî divê meclîsa Êzîdiyan a Şengalê û xweparastina wê nas bike. Li dijî vê hemû helwest wê bibe sedem ku PDK şerma 3’yê Tebaxê bijî. Heta niha ji vê rewşê derneketine, ev ji bo PDK ne xêr e.

Eger Iraq û Heşdî Şebî yên bi ser wê ve hurmetê nîşanî vîna Êzidiyan nedin,xweseriya Şengalê qebûl nekin, di vê babetê de zorê bikin ziyana mezin ew ê bibînin. Hêzeke ku dijî Kurdan şer bike wê bi hemû Kurdan re, bi hemû mirovahiyê re şer bike. Hêzeke ku bi Êzîdiyan re şer bike nikare aram bibe. Li deverine dî bi ser bikevin jî heke bi Êzîdyan re şer bikin wê her tiştê xwe ji dest bidin. Bi qutebirî kî bela xwe di Êzîdyan bide, Xwedê wê bi wan vebide.

Êzîdî êdî nikarin xwe bispêrin hêzeke dî. Nikarin bibêjin ev xurt e ev ne xurt e. Nikarin li gor hêzê tevbigerin. Edî wê bi xwe bawer bin. Di dinyayê de yên herî mafdar in. Heke bi xwe bawer bin li pêş wan ti hêzeke ji wan xurtir wê nebe. Heke Êzîdî bibin yek û bi xwe bawer bûn her kes wê li pêşberî wan çok deyne. Li pêş vê vînê kesek nikare bisekine. Heke mafdarî hêz be ev herî pir li cem Êzîdiyan heye. Ne bila ji PDK’ê bixwin, ne ji Heşdî Şebî ne jî ji Iraqê. Bila qet ji dewleta Tirk nexwin. Dema ku Êzîdî bûne yek û li ber xwe dan teqez wê bi ser bikevin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA