Êşkenceyê li girtî Aslan dikin

Mehmet Siraç Aslan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtî ye, diviyabû bihata berdan, lê belê hate ragihandin ku timî êşkence lê tê kirin.

Mehmet Siraç Aslan (22) ku li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Aksarayê girtî ye, tevî ku cezayê girtîgehê yê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" lê hatiye birîn di Cotmeha 2020'î de qediya ye, nayê berdan.

Aslan doh bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê kir. Birayê Aslan Serkan Aslan diyar kir ku kekê wî xistine hucreya yek kesî.

ÊŞKENCE LÊ KIRIN, LI PÊŞ DOKTOR BÊVILA WÎ HATE ŞIKANDIN

Girtî Aslan got, "Bêguneh timî cezayê hucreyê li min dibirin. Hefteya derbasbûyî nehiştin ez bi telefonê biaxivim. Ji ber vê jî nebirin revîreyê. Weke nerazîbûna li dijî vê yekê jî min jîlet li destê xwe xist. Piştre birin revîreyê û li wir gardiyanê sereke li pêş çavên doktor li min xist. Bêvila min şikand û çavê min ê rastê werimand. Hîn jî li ser bedena min şopa lêdanê heye. Psîkolojiya min xera bû. Ji bo rapora lêdanê min nabin nexweşxaneyê. Ne cara yekê ye ku li min dixin."

Serkan Aslan diyar kir ku cezayê kekê wî qediya ye, lê tevî vê yekê jî nayê berdan, cezayên hucreyê lê tê birîn.