Êşkenceya li bedena tazî rûyê dagirkeran radixe pêş çavan
Êşkence û bêhurmetiya li hember bedena mirî awayê herî namerdî yê têkçûn û tirsê ye. Dagirkerên têkçûyî bi hovîtiya xwe bawer dikin ku heqaretê li me dikin.
Êşkence û bêhurmetiya li hember bedena mirî awayê herî namerdî yê têkçûn û tirsê ye. Dagirkerên têkçûyî bi hovîtiya xwe bawer dikin ku heqaretê li me dikin.
Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a 10'ê Tebaxa 2015'an li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest dabû tê bîra we.
Haci Lokman Bîrlîk (Siyabend Zana) yê 24 salî 2'ê Cotmeha 2015'an li taxa Dîcleyê ya Şirnexê polîsan ew bi 28 guleyan kuşt, piştre piyên wî girê dan, ev jî ne bes bû ew bi pişta wesaîteka zirxî ve girê dan û heta asayîşa polîsan kaş kirin. Ev bûyer jî te bîra we niha.
Tê bîra we, tê bîra me. Ji ber ku hovîtiyeke mezin li hember wan hate kirin, mirov nikare vebêje. Ne li gorî têgihiştin û fêmkirina mirovan e. Ji ber ku êşkence li bedena wan a bê ruh hate kirin û ev hovîtî weke 'serketinê' pêşkeşî mirovan kirin. Gelo ev tenê li Ekîn Wan û Haci Bîrlîk hat kirin? Bêguman na. Dîroka dewleta Tirk dîroka mirin û hovîtiyê ye.
Li bedeneke can daye êşkencekirin, cilê wan ji wan kirin û pêşkêşkirin...
Mirov dikare ji bo vê çi bibêje? Bi kîjan gotinan ev dikare bê tarîfkirin, di warê derûnî de kiryar çawa dikare bê vegotin? Mirov nizane. Ji ber ku rûmeteke mirovbûnê jî heye, sînorekî xwe heye. Dema rûmeta mirovan hate pelçiqandin her tişt diqede. Di nav zindiyan de taybetmendiya mirovan ew e ku maneyê dide tiştan. Lê em nizanin çawa wate bidin zindiyên wiha.
Di vê xalê de em pîvaneke gerdûnî bînin bîra xwe: Ji zagonê re rûmet nebe, wê demê aştî jî nabe. Nabê jî.
Em ê dîsa jî hewl bidin ku fêm bikin. Ev li hember nirx, polîtîka, exlaq, hêvî û sosyalîzma ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirinadiye, erkek e. Dijmin çi dike bila bike, divê mirov li hember bisekine. Hewceye şerê teorîk û pratîk bê kirin.
Armanca eşkenceya ji bedena bêcan re ev e: ês û miriyên Kurdan di destê xwe de girtin!
Kesên eşkencê li bedena bê ruh dikin, bawer dikin ku bi vî awayî dibin serdestê hemû nirxên kesên li hember.
Kujer bi destûra ji dewletê girtiye bawer dike ku her çiqasî cenazeyan xira bike, parçe bike ewqasî mirovan ditîrsîne û xwedî her tiştê wan e.
Difikire ku kontrol di dest de ye û wê her wilo dewam bike.
Tevgera Azadiya Kurd a ku ev 40 sal in şer dike, gelek rewşên bi vî awayî dîtin; kesên li pişta tankan hatin kaşkirin, yên lebatên canê wan hatin jêkirin, yên bedenên wan hatin teşhîrkirin. Dijmin bi vî awayî her tim hewl da bibêje bê dijminekî çiqasî mezin e, sadîst e. Bawer kir ku bi vî awayî dikare zora Kurdan bibe.
Lê belê xwe xapand.
Mînaka herî dawî jî şervaneke YPJ'ê ye...
Ev jina şoreşger ku zilamên Erdogan êşkence li cenazeyê wê kiribûn, bi xeyalên azadiyê bi pêş diket û li hember neheqî û hovitiyê bû stêrkek. Ji bo gelê xwe, xaka xwe û herî zêde ji bo jinan.
Dijminê dagirker mirin kêm dît ji bo wê. Li ser bedena wê hewl dan bi bêexlaqî û dermirovahiya xwe ser bikeve.
Mîna Ekîn, mîna Siyabend û hê geleke din.
Gotinek wiha heye; "mirov biqasî dijminê xwe mezin, bi qasî tirsa di hindurê xwe de jî biçuk e."
Dewleta Tirk jî ev e. Bi her awayê xwe biçûk e, ji ber ku tirsa wê mezin e. Ewqas sadîzmê ji bo ku tirsa xwe biçewisîne dike. Tirsa hewl dide ku belav bike, tirsa wê bi xwe ye.
Dema dewletê Ekîn Wan, Haci Lokman û şervanên YPJ kuşt û piştre dîmenên bedenê êşkence li wan hatiye kirin bi girseya faşist re parve kir, gelek armancên dewletê hebûn. Lê her carê encam ew bû ku ruhê wan bedenan weke şeqemêkê li rûyê wan ket û dikeve.
Tebaxa 2015'an dayîka Şehid Ekin Wan ev bersiv dabû êşkencekaran:
"Ji bo ku ez dayîka Ekîn Wan in, ez serbilind im. Keça min her tim gelekî wêrek bû. Dewletê bedena jinê têşhîr kiribe, ew eyba wan e. Yê me serê me bilind e. Ew bawer dikin ku bi tazîkirin û têşhîrkirina bedena jinê me biçûk dixin. Lê berevajî, em serbilind in."
Paşê jinan gotibû; "zilm hov e, xwe li pey cilên qirêjî vedişêre. Em berxwedana tazî ya Ekîn li ber xwe dikin."
Êşkenceya li hember bêdena bê ruh awayê herî namerd ê têkçûn û tirsê ye. Dagirkerên dilpakiya xwe ji dest dane bawer dikin ku bi kirinên xwe ên xirab heqaretê li me dikin.
Ji kesên ku doh li Gimgimê, Şirnexê û gelek cihên Kurdistanê, îro li Efrînê bi berxwedana xwe ya tazî mirovahiya me tînin bîra me re silav...
Bedena wan a tazî, parçekirî, hatiye kaşkirin rûmeta me ye...