Êşkece li kesên li Xelfetiyê hatine destgîrkirin hatiye kirin

Di serdegirtinên malan ên li navçeya Hewag û Xelfetiyê yên piştî şerê 18’ê Gulanê li Taxa Derto ya navçeya Xelfetiyê rû dan û şûn de hate kirin, nêzî 60 kes hatin destgîrkirin û biribûn Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Rihayê.

Hate ragihandin ku kesên di serdegirtinên malan de hatine destgîrkirin di dema serdegirtin û li Qereqola Jendermeyan êşkence lêhatine kirin.

Ji ber êşkenceyê dest, ling û serê gelek kesên hatine destgîrkirin şikestine.

Baroya Amedê 18’ê Gulanê daxuyaniyek li ser hesabê Twîtterê da û gotibû ku li ser êşkencayê delîlên şênber hane û hinek bersûc jî li nezaretên polîsan bi parêzeran re jî civiyane.

Di daxuyaniyê de ev hatibû gotin: “Ev sûc e. Êşkence li gorî yasayên neteweyî û navneteweyî mutleq dijî hiqûqê ye. Agahî hatiye me ku 12 kesên li navçeya Xelfetiyê hatine destgîrkirin êşkence lê hatine kirin. Li gel kesên piştre hatine destgîrkirin niha 35 kes destgîrkirî ne. Mafê sînordarkirina parêzeran a bi muwekîlên xwe re hatine dayîn. Her çendî tevî çend muwekîlên parêzer hene, tenê kariye li gel yek ew jî bi sînordar bicive. Hevdîtina hinek parêzeran a bi muwkîlan jî li nezaretên polîsan pêk hatine. Delîlên şênber ên di warê êşkence hatine kirin hene.”

Serokê Navenda Mafê Mirova a Baroya Amedê Kokahn Dayik diyar kir ku kesên hatine destgîrkirin êşkence lê hatine kirin. Dayik anî ziman ku destgîrkirin didomin, navên 38 kesên hatine destgîrkirin gihiştine wan.

ÇI BÛBÛ?

Li Taxa Derto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê di şerê 18’ê Gulanê de alîkarê komîserekê yê tevgera taybet hatibû kuştin, 2 polîs jî birîndar bûbûn.

DORPÊÇ DIDOME

Li aliyê din dorpêça leşker û operasyona li taxa Derto dewam dike. Li gnudê Derto û gundên derdorê tevgera eskerî berdewam dike.