Êrîşkarê Alexandrîa yê hate kuştin
Serokê DYE'ê Donald Trûmp, ragihandin ku êrîşkarê îro êrîşî hilbijartiyên Partiya Komarê kirî hatiye kuştin.
Serokê DYE'ê Donald Trûmp, ragihandin ku êrîşkarê îro êrîşî hilbijartiyên Partiya Komarê kirî hatiye kuştin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerikayê (DYE) Donald Trûmp, ragihand ku faîlê êrîşkarê ku îro li Alexandrîayê ku li derdora Washîngtonê ye û endamê Meclîsa Nûnertiyan Steve Sacalîse kirî hedef, hatiye kuştin.
Trûmp bal kişand ku eger êrîşkar nehatiba kuştin, wê bibûya sedemê mirina gelek kesan.
Steve Scalîse yê ku di êrîşê de birîndar bibû, di Meclîsa Nûnertiyan de nûnerê eyaleta Louîsîane ye û di koma Partiya Komarê de rêveber e.
Di daxuyaniya ji aliyê polîsê Alexandrîayê ve hatî kirin de, hat ragihandin ku li gorî seata herêmî di seat 07:00'an de di maça girîng a beyzbolê ya li Parka Stadîûma Eugene Sîmpon êrîşa ku di dema antremanan de hatî kirin û bi mûdaxeleya polîsan jiyana gelek kesan hatiye rizgarkirin.