Êrîşî berxwedana li Yukselê hate kirin

Ji bo destekkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên di roja 243’an a greva birçîbûnê de ne, polîsan êrîşî koma ku dixwestin li ser Rêya Yukselê daxuyanî bidin kirin, 4 kes binçav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 243’an de dewam dike. Çalakiya “Em karê xwe dixwazin” a bi armanca destekkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja xwe ya 363’an de ye.

Koma ku rê nehate dayîn ku li ser Rêya Yuksel li pêşiya Peykerê Mafê Mirovan daxuyaniyê bide, li Kolana Konûr hatin ba hev. Polîsan êrîş bire ser koma ku pankarata bi nivîsa “Gireva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh di roja 243’an de ye” û “Bila Nûriye û Semîh vegerin ser karê xwe” hildan, dirûşmi qîr kirin.

Polîsên ku pankart çirandin, Velî Saçilik, Îlker û 2 kesên din binçav kirin.