Êrîşên li dijî Efrînê li Rûsyayê hatin şermezarkirin
Kurdên li Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Kurdên li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê çalakiyek lidar xistin. Çalakî li ber Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin û ji aliylê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê ve hate organîzekirin.
Ji rêveberên meclîsê Balaxan Patiyev li vê derê axivî û got, "Dewleta Tirk ji roja hatiye damezrandin û vir ve xwe ji dijminatiya li Kurdan xwedî kiriye. Kurd mîna koleyê xwe dîtiye. Lê belê gelê Kurd ti carî koledarî qebûl nekiriye û timî serî hildaye. Piştî Başûrê Kurdistanê, li Rojava jî gelê Kurd destketiyên mezin bi dest xist û ji bo parastina van destketiyan çi ji dest bê wê bikin. Dewleta Tirk dixwaze kiryarên xwe yên faşîst ên li Bakurê Kurdistanê dike, derbasî Efrînê bike. Kurdên li çar aliyên cîhanê, divê xwedî li Efrînê derkevin. Her wiha em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin, bi taybetî bang li dewleta Rûsyayê dikin ku em welatiyê wê ne, ku li ber van êrîşên dermirovhiyê yên Tirkiyeyê rabin."