Êrîşeke çekdarî li Balyozxaneya Iraqê pêk hat
Li Stenbolê li dijî Balyozxaneya Iraqê bi çekan êrîş pêk hat.
Li Stenbolê li dijî Balyozxaneya Iraqê bi çekan êrîş pêk hat.
Li Stenbolê du kesên bi motosîkletê, bi çekan gule li Balyozxaneya Iraqê barandin. Her du kesên êrîşî avahiya li Şîşliyê kirin, bi motosîkletê ji cihê bûyerê dûr ketin. Di bûyerê mirî yan jî birîndar çênebûn. Piştî bûyerê polîsan dora balyozxaneyê girt.
Hat zanîn ku Iraqê di mîsyonên xwe yên li Enqere û Dîlokê de jî tedbîr girtine.