Êrîşa li dijî saziyên ziman û tecrîd hate protestokirin: Seferber bibin!
Êrîşên li dijî saziyên zimanê Kurdî û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û banga seferberiyê hate kirin.
Êrîşên li dijî saziyên zimanê Kurdî û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û banga seferberiyê hate kirin.
Bi pêşengtiya Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya li Navenda Wanê têkildarî serdegirtina MED-DER'ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê yên li Amedê û binçavkirina rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî, li ber derê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Artemêtê daxuyani hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “zimanê kurdî nasnameya me ya neteweyî ye” hat vekirin û dowîzên “Kurd, Kurdî, Kurdistan”, “bila zimanê Kurdî bibe xwedî statu” hatin rakirin. Rêveber û endamên ARSÎSA’yê, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, rêxistinên sivîl û gelek mamsoteyên Kurdî tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar axivî û da zanîn ku ev êrîşên wiha li dijî zimanê Kurdî, çand, nasname û nirxên gelê Kurd in. Acar, anî ziman ku ev êrîş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê Kurdî ne û wiha got: “Em baş dizanin ku ev êrîş parçeyek ji êrîşên li dijî hemû nirxên me Kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê Kurd in. Ev êrîş jî wek hemû êrîşên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.”
‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ HOVÎTÎ Û SUCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
Acar, destnîşan kir ku bila hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP û MHPê ya nîjatperest û faşîzan baş bizanin ku ew ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Acar, bi bîr xist ku zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê Kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrîşên li ser zimanê Kurdî ne tenê êrişên li ser me Kurdan in, di heman demê de êrîşên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne.”
Di berdewamiyê de Acar, bi lêv kir ku Kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin. Acar, diyar kir ku wan li dijî tu zext û êrîşan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Acar, bi domdarî ev tişt gotin: “Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin. Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin. Li şûna vê yekê zimanê Kurdî bikin zimanê fermî. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.”
‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ TEKOŞÎNA XWE BERFIREHTIR BIKIN’
Acar, bang li gel, sazî, platform, rewşenbîrên Kurd hwd. kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz, zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd bilind bikin, hemû Kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê Kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên Kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê Kurdî û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.