Êriş li Graz, Bordeaûx, Oslo û Berlînê hate şermezarkirin

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Bordeaûx ê Fransayê, paytexta Norwêc Osloyê û li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

GRAZ: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Haûptplatzê li hev kom bûn û bombekirina Başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan şermezar kirin. Di çalakiyê de belavok hkatin belavkirin û bi dirûşman dewleta Tirk û Erdogan hatin şermezarkirin. Bi navê NCDK'ê axaftin hate kirin û peyama berxwedanê hate dayin. Endamên SPO, KPO û rêxistinên çep jî tevlî çalakiyê bûn.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn ku bi pêşengiya CDK-B û Meclîsa Jinê ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku Fransî jî lê amade bûn, nûnerê CDKB'ê Mehmet Varto axivî û destnîşan kir ku nerazîbûna li dijî êrişan divê timî bê nîşandan. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakî hebû. Çalakiya şermezarkirinê bi pêşengiya Komîteya Başûr a KCDK-E'yê pêk hat. Di çalakiyê de her wiha dewletên Ewropayê ji ber bêdengiya li pêşberî êrişan hatin şermezarkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî tevî dostên xwe li Hermanplatzê li hev kom bûn û bi meşekê komkujiyên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kir şermezar kirin. Li gel nûnerên saziyên civakî yên sivîl gelek Elma jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de dirûşmên "HDP gel e gel li vir e", "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.