Ên ku hatin îxraçkirin Kulturhane avakirin

Akademîsyenên Aştiyê yên ku ji Zanîngeha Mersînê hatin îxrackirin, cihekî bi navê Kulturhane vekirin û bi rengên cuda jî be zanîna xwe didine derdorê.

Akademîsyenên Mêrsînî ku Kulturhaneyek vekirin ku dikarin pê xebatên xwe bi formên cuda bidomînin, qadeke xebatê ya kollektîf, pirtûkxane û gelek atolye jî wê di nav de hebin.

Piştî Rewşa Awarte bi BHQ’yan gelek kes ji kar hatin avêtin. Bi taybetî jî di tasfiyeyên zanîngehan de hedefek ji van ew akademîsyen bûn ku îmzeya xwe avêtibûn Danezana Aştiyê ya bi navê ‘Em ê nebin hevkarê vî sûcî.’’ Gelekên ji van peymana van a li zanîngehan nehatin nûkirin û gelekên ji van jî yên ku hatin îxrackirin bi temamî têkiliya wan ji akademiyê hate qutkirin. Komeke ji Akademîsyenên Aştiyê yên ku 29’ê Nîsanê bi BHQ’yê hatin îxrackirin, li dijî vê rewşa zextê li gel her tiştî jî têkoşîn dane ber xwe. Akademîsyenên Mêrsînî Ayşegul Yilgor, Denîz Alinay û Ulaş Bayraktan, aktîvîsta femînîst Nalan Turgutlu Bîlgen li dijî yên ku bi biryarnameyekê keda ku danîn ser hev avêtin hêlekê Kulturhaneyek vekirin ku dikarin pê xebatên xwe bi formên cuda bidomînin, qadeke xebatê ya kollektîf, pirtûkxane û gelek atolye jî wê di nav de hebin.

Yek ji wan kesê ku projeya Kulturhane dayî destpêkirin Doç. Dr. Ulaş Bayrakta 29’ê Nîsanê ji Zanîngeha Mersînê, ji beşa Rêveberiya Kamûyê hate îxrackirin. Bayraktar ji ANF’ê re vegot bê ka wan çawa dest bi vî karî kirine.

JI 2016’AN VE DI SERÊ ME DE HEBÛ

Bayraktar got fikra pirtûkxaneyê cara pêşî piştî ku peymana hin akademîsyenan nehate nûkirin û odeyên wan hate valakirin çêbûye û got, ji 2016’an ve ev fikra wan hebûye. Bayraktar got, ‘’Hevalên me diçûn û pirtûkên wan wê di nav koliyan de bimana. Me digot em ê pirtûkxaneyekê vekin, van pirtûkên hêja bi xwendekar û lêkolînerên me re par ve bikin. 29’ê Nîsanê dema ku em hemû hatin îxrackirin me bilez ev fikra xwe kire proje.’’

Piştî ku cihekî ji bo Kulturhaneyê dibînin ev proje dest pê kiriye. Dema ku mekan girtine û karê sêwirandinê kirine di mijarên şîrketbûnê de gelek kesan alîkarî dane wan. Bayraktar got di vekirina pirtûkxaneyê de wan nelezandine, Îlonê, bi vebûna dibistanan re, bi zindîbûna bajêr re proje wê bi temamî dest bi xebatê bike.

BI VÎ AWAYÎ WÊ ME JI XWENDEKARÊN ME QUT NEKIRIBIN

Bayraktar dibêje wê du fonksiyonên Kulturhaneyê hebin. Hem wê pirtûkxane û hem jî qadeke sosyal a kolektîf be. Bayraktar wiha got: ‘’Armanca pêşî ya cihê me ya di serê me de ew e ku em agahiyê par ve bikin. Pirtûk amûrên vê ne. Piştî ku hevalên me pirtûkên xwe anîn cem hev, ji her deverên Tirkiyê diyarî jî hatin. Ji bo Mêrsînê pirtûkxaneyeke bi qîmet a zanistên sosyal çêbû. Bi me xwegihandina van pirtûkan jî bi qîmet e. Em ê jî bibin pirtûkxane, ji bo vê jî, li gorî qada pisporiya xwe em ê pêşniyariyan bikin. Bi vî awayî em ê ne ji karê xwe bibin û ne ji xwendekarên xwe.

Ya dî; em ê li wir bi pergal bernameyan çêbikin. Gotebêjî, guhedêrî, xwendêrî, bi komên nîqaşê em dixwazin bi rengên cuda ji afirandina zanînê re bibin deriyek.’’

HILBERANDINA ZANÎNÊ WÊ BIDOME

Bayraktar got, bi Kulturhaneyê ew ê fêkiyên yekbûna xwe ya bi xebata kolekftîf nîşan bidin û hem jî destekê bidine xebatên bi vî rengî û belkî jî li Mêrsînê xebatên wiha teşwîq bikin.

Bayraktar herî dawî got, bi BHQ’yan her çendî ew ji kar û keda wan hatibin qutkirin jî ew ê zanînê hilberînin û got, ‘’BHQ li pêş ve ne asteng e, em pêşketina xwe deyndarê vê ne. Mala wan ava, em mecbûr kirin ku bikevin serboriyeke wiha.’’

*Kulturhane ku bi hevgirtineke kolektîf dest pê kiriye hê jî pêdivî bi destekê heye. Ji bo vê jî proje di ser crowdfundîngê re ji destekê re hatiye vekirin.

https://www.indiegogo.com/projects/help-us-build-our-house-of-culture-and-hope-cafe#/