BI DÎMEN

Komkujiya Parîsê li Strasbourgê hat bibîranîn

Kurdistanî û dostan wan ên Fransî şehîdên komkujiya Parîsê li Strasbourgê bi bîr anîn û daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare dikin.

Siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer ên di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Strasbourgê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Komuna Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê ve li Place Kleberê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin û wêneyên şehîdan bi gulan hatin xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên têkoşîna jinên Kurdistan û cîhanê, endama Komuna Jinê ya Zîn Hêlîn Dersim û Hevserokê DKTM-Strasbourgê Sîdar Amedî axaftin kirin.

Hêlîn Dersim di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Fransayê di her du komkujiyan de lêpirsîneke bi bandor nekiriye û got,  Di bin navê ‘parastina veşartî’ de lêpirsîna bi bandor asteng kirin. Divê dewleta Fransa bi lezgînî bersivê bide daxwaza edaletê ya gelê Kurd.”

Sîdar Amedî jî anî ziman ku dewleta Fransayê bi pêkneanîna edaletê, gumana hevkariya xwe ya komkujiyên li dijî Kurdan xurtir dike û wiha got, "Hemû welatên Ewropayê di serî de Fransa dibêjin, ew deyndarê Kurdan in. Eger di gotinên xwe de samîmî bin, divê van sûcên li dijî Kurdan eşkere bikin û edaletê pêk bînin. Îro jî heman zîhniyet li hemberî Rojava van komkujî û êrîşan pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşên li ser sivîlan dikin û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin. Sedema sereke ya van sûcên li dijî mirovahiyê yên li ber çavên hemû cîhanê li dijî Kurdan tên kirin, polîtîkaya durû ya Ewropayê ye.”

Sîdar Amedî bi bîr xist ku gelê Kurd li ku be, wê têkoşîna xwe bidomîne û wiha domand: "Heta ku edalet pêk were, gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe û Rêber Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."

Bîranîn bi berzkirina bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.