Çanakkale, Tûrgûtlû û Cizîr li dijî qeyûman rabûn

HDP’iyan li dijî desteserkirina 3 şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve li Çanakkale, Tûrgûtlû ya Manîsa û Cizîrê daketin qadan û gotin: “Bêdeng nebim, bêdengî tê wateya erêkirinê.”

Rêxistina HDP’ê ya Çanakkaleyê li avahiya partiyê têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên HDP’ê yê Çanakkaleyê Abdullah Guler ve hate kirin. Guler bal kişand hê jî operasyonên qirkirina siyasî ya destgîrkirin û girtinê didome û got: “Ev heman demê tê wateya dijminahî û helwesteke vekirî ya li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd e. Ji bo wê ye Ev pirsgirêk ne tenê ya HDP’ê û gelê Kurde; ya hemû gelên Tirkiyê û hêzên demoratîk e. Bêdeng nebin, bêdengî wateya erêkirinê ye.”

MANÎSA/TÛRGÛTLÛ

Li naveçay Tûrgûtlû ya Manîsayê Rêxistina HDP’ê ya navçeyê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman da. Daxuyanî li vahiya partiyê hate dayÎn û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî piştgirî dan. Dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê serbikevin” hate berzkirin û Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Kerem Taylan daxuyanî xwned.

Taylan got ti rewabûna demokratîk a desthiltadariyê nemaye û wiha domand; “Xespkirina îradeya gelan yek ji kevneşopya desthilitdarî û tifaqa AKP-MHP’ê ye. Gelê me wê tu caran van pêkanîn qebûl neke. Wê li îradeya xwe xwedî derbikeve û em banga piştevaniyê li hemû hêzên demokartîk, kesên xwedî wijdan, partiyên li meclîs û muxalîfan, sazî û rêxistinên civaka sivîl, sendîka û hemû komeleyên demokratîk dikin.” Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

CIZÎR

 Li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê daxuyanî hate dayÎn, hevşaredarên Cizîr, Hexez û Silopyayê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê serbikevin” hate berzkirin, hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû axivî û wiah got; “Tayînkirina qeyûman ne li gorî mafên mirovan û hiqûqê ye. Em vê dagirkirinê şermezar dikin. Hemû cîhan vêya dişopîne û alîkariya vê bêhiqûqiyê dikin. em ê tu caran vêya qebûl nekin. Me ji şaredariyan bavêjin jî em ê li nava gelê xwe de bin. Wê tişta bixwazin bidest nexin. Dilê me bi gel re ye. Dilê gelê me jî bi me re ye.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Amedê” bidawî bû.