Çelîk: Zîhniyeta 6-7'ê Îlonê hîn jî li ser kar e

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir, zîhniyeta ku 6-7'ê Îlonê komkujî kir hîn jî heye û got, "Polîtîkaya sirgûn û koçberiya bi darê zorê dewam dike. Dewlet hewl dide mirovê ji yek tîpî biafirîne."

Parlamenterê Suryanî yê HDP'yî Tûma Çelîk li ser Komkujiya 6-7'ê Îlonê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çelîk bi bîr xist, tevî ku 63 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hesab hîn nehatiye dayin û got, "Bûyerên ku sala 1955'an li Stenbolê û giravan rû dan, gef li gelên Xiristiyan û Mûsewî yên li Îzmîr, Enqere, Mêrdîn û Rihayê jî xwarin. Li gorî qeyda fermî, zêdeyî 4000 mal, 5000 kargeh, 73 dêr, 26 dibistan û sînagogek hatin talankirin û şewitandin. Li gorî qeydên nexweşxaneyan destavêtin li 60 jinan hate kirin, lê hejmara rastî gelekî zêdetir e."

Çelîk diyar kir ku bûyerên li dijî gelê Rûm hatin kirin, bandor li Ermenî, Mûsewî û Suryaniyan jî kirin û got, "Piştî van bûyeran gelê Rûm neçar hate hiştin ku koç bike û sirgûnkirina wan heta sala 1964'an dewam kir."

'HEMAN ZÎHNIYET LI SER KAR E'

Çelîk bi dewamî got, "Ev zîhniyet hîn jî li ser kar e. Polîtîkaya sirgûn û koçberiya bi darê zorê dewam dike. Dewlet hewl dide mirovên ji yek tîpî biafirîne. Ev zîhniyeta ku veguherî polîtîkaya fermî ya dewletê, bi sîstema perwerdeyê re gelek nifş afirand. Ev zîhniyet xwe ji nû ve diafirîne. Gelên me û zarokên me ne mecbûr in ku komkujiyeke din a bi vî rengî bibînin. Em ne mecbûrin bi tirs û guman li welatê xwe bijîn."

Çelîk destnîşan kir ku divê ji ber bûyerên 6-7'ê Îlonê di serî de gelê Rûm lêborîn ji hemû gelan bê xwestin, kiryar bên eşkerekirin û cezakirin.

Çelîk got, "Ji ber bûyerên Îlona sala 1955'an qewimîn, di serî de gelê Rûm ez êşa her kesên bûn hedefa êrîşan parve dikim."