Çelîk û Keser hatin girtin

Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midûr û Berpirsê Karê Nivîsan yê rojnameyê Aydin Keser hatin girtin.

Ji ber di rojnameyên xwe de cîh dane nûçeyên derbarê mirina leşkerên Tirk yên li Lîbyayê, duh jibo îfadeyê gazî  Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Mehmet Ferhat Çelik û Midûr û Berpirsê Karê Nivîsan yê rojnameyê Aydin Keser kirin, piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Bi îtiraza dozger disa Çelîk û Keser hatin destgîrkirin, pişti karûbarên emniyetê anîn Adliyeya Çaglayan a Stenbolê. Çelîk û Keser ê ku anîn Dadgeha Ceza ya Silha 5 emîn a Stenbolê, di derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn.