Çelîk: Nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHP'ê parêzer Çelîk diyar kir, hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê gihîştiye 7 hezar kesî. Çelîk bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got, "Helwesteke têrker a mûxalîf nîne; çalakî divê bi lezgînî bikeve rojevê."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin di roja 128'an de ye. Li gorî hejmarên ku hatin eşkerekirin, piştî Guven li 66 girtîgehan 331 girtî ketin greva birçîbûnê û di roja 90'î de ne. Ji 1'ê Adarê ve jî li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemûyan, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a 26'emîn a Stenbolê der barê 27 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Maltepe ya li Stenbolê ketin greva birçîbûnê, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" doz vekir.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) parêzer Baran Çelîk li ser doza ku li girtiyan hatiye vekirin û grevên birçîbûnê axivî.

'7 HEZAR GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE'

Çelîk diyar kir, her hefte ew serdana girtîgehan dikin, raporan amade dikin û got, "Roja Duşemê em ê rapora mehane eşkere bikin. Ji 1'ê Adarê ve girtiyên siyasî hemûyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber vê yekê hejmar gelekî zêde ye û niha ji bilî Leyla Guven gelek girtî zêdeyî 90 roj in di greva birçîbûnê de ne. Nêzî 350 girtî 90 roj in di grevê de ne. Lê belê 1'ê Adarê ev hejmar gihîşt 7 hezar kesî. Em ê hejmara giştî bi raporê re eşkere bikin. Rewşa hemûyan gelekî krîtîk e. Hem kîlo li xwe kêm kirine, hem jî nexweşî li wan rû dane."

'DERMAN Û AVA PÊWÎST NADIN WAN'

Çelîk bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û got, "Pirsgirêka bingehîn jî binpêkirina mafên mirovan e. Van mirovan ji bo bicihhatina hiqûqê dest bi greva birçîbûnê kirine." Çelîk anî ziman, li gelek girtîgehan derman û ava pêwîst ji girtiyan re nayê dayin û kiryarên xerab li dijî wan tê kirin.

Baran Çelîk diyar kir, ji bo çalakger ji hişê xwe neçin divê vîtamîna B1 û ava şêrîn ji wan re bê dayin, lê belê li hin girtîgehan vîtamîna B1 nayê dayin, ya jî kêm tê dayin. Çelîk ragihand, hin girtî jî piştî ketin greva birçîbûnê li hucreyan hatin bicihkirin ku normal nabe ku çalakgerên greva birçîbûnê bi tena serê xwe bimînin.

DOZ LI GIRTIYAN HATE VEKIRIN

Çelîk da xuyakirin ku girtiyên greva birçîbûnê ketine ber lêpirsîna dîsîplînê û ji vê jî wêdetir li Girtîgeha Maltepeyê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenbolê bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" doz li girtiyan hatiye vekirin.

Girtiyên ku ji ber greva birçîbûnê doz li wan hatiye vekirin:

AZAT KURKÇU

ÇETÎN GUMUŞ

EYYUP SEVER,

FEYYAZ KARAÇ,

GOKMEN SÛBAŞI,

HASAN YILDIRIM,

HEBÛN KÛRT,

KENAN ÇEÇEN,

KENAN SAGÛN,

KERÎM KILIÇ,

MAHŞÛK KARLIDAG,

MALÎK ONÛRCAN,

MAZLÛM GOVERCÎN,

MÛHAMMED YILDIZ,

MÛSTAFA KILIÇ,

NÛH YILDIRIM,

ONÛR KASAK,

OMER BOZDAG,

OMER ÛLÛS,

OZGUR SONMEZ,

SERHAT GOREGEN,

SERVET AYGUN,

SULEYMAN ÇIKMAZ, ,

ŞABAN BAYMAZ,

ÛGÛR ONÛR,

UZEYÎR ŞEVLÛK,

VELAT KAZANÇÇI