Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna taybet a ji bo ANF'ê re di çarçoveya pirsgirêka Kurd, Îran, Tirkiye û Îsraîlê de bûyerên di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn qewimîn û perspektîfên çareseriyê nirxand.
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:
Li Rojhilata Navîn hevsengiyên kevin dirûxin, statuko belav dibe. Hêzên modernîteya Kapîtalîst paşerojê Rojhilata Navîn û dîzaynekê çawa pêşbînî dikin? Wê hêzên pêşêng a Rojhilata Navîna nû kî be? Di vî alî de armanca şerê Îsraîlê ya bi Hamas, Hizbûlah, Îran û hêzên di bin bandora wan de, çi ye? Pêşketinên ku di 27'ê Mijdarê de destpê kir û ji desthilatdariyê ketina Esad re encam bû, di ku derê van hesaban de cih digire?
Di destpêka sedsala 20'emîn de dema têşe li Rojhilata Navîn hate dayîn, du armanc û pêşdîtin hebû. Yekemîn perçekirina împaratoriya Osmanî û li dewsa wî netew-dewletan avakirin bû. Ya duyemîn jî li Rojhilata Navîn netew-dewletekê Cihû avakirin û li pêşerojê ew kirina hêza sereke ya Rojhilata Navîn bû. Dewleta ku piştre bi navê Îsraîlê hate îlankirin di esasê xwe de projeyeke ku Îngîlîstan pêş xistibû. Di vê bingehê de ketin nav dîzayna Rojhilata Navîn. Lê hinek pêşketinên ku pêşbînî nekiribûn çêbû û ev jî hişt di bernameyê de hinek guhertin çêbibin. Ji van pêşketinan a sereke şoreşa Cotmehê ya ku li Rûsyayê çêbû ye. Dema şoreşa Cotmehê çêbû şerê cîhanê ya yekemîn dewam dikir û Rûsya li gel Îngilîstan û Fransayê şer dikir. Lê belê dema şoreş çêbû Lenîn Rûsya ji şer kişand. Peymana Sykes-Pîcot a ku di navbera Rûsya-Îngîlîstan û Fransayê de hatibû kirin îfşa kir. Bi îfşakirina vê peymanê ji aliyê Lenînê ve sedema şerê cîhanê ya yekemîn û armancên wî ji aliyê hemû cîhanê ve hate zanîn. Bi Sykes-Pîcotê wê Rojhilata Navîn çawa were dîzaynkirin û qadên wê yên hêzê çawa bibe hatibû diyarkirin. Ev peyman ji ber nîşan dida ku şerê cîhanê yekemîn têkoşîna li ser Rojhilata Navîn serwer bûyînê ye, xwedî cihekî girîng e.
Piştî ku Rûsya ji şer vekişiya valatiyek çêbû. Tevgera Kemalîst ji vê valatiyê sûd wergirt. Wek tê zanîn di dema şer de Rûsya herêmeke heta Bedlîsê dagir kiribû. Dema Rûsya ji şer vekişiya herêmên ku dagir kiribû jî berda. Li vir hêzên Kurd kom bûn, xwe gihandin rêxistinbûnekê. Tevgera Kemalîst ev dît û berê xwe da Kurdistanê. Ji vir hêz girt. A duyemîn bi şoreşa Cotmehê re têkilî pêş xist û ji wan piştgirî girt. Pişta xwe da van herdu tiştan û bandora xwe ya siyasî û leşkerî zêdetir kir. Şerê ku bi Yewnanîstanê re ketibû qezenc kir û li Anatoliyayê serwer bû. Dema Yewnanîstan têk çû, peymana Sewrê nehat pêkanîn. Li ser vê Îngîlîstan di plana xwe ya Rojhilata Navîn de çû hinek guhertinan û bi Tevgera Kemalîst re peymana Lozanê çêkir. Bi vî rengî bi tevlîbûna Tirkiyeyê re dîzayna Rojhilata Navîn temam bû.
Dema Rojhilata Navîn dihat dîzaynkirin du peywîrên bingehîn dan dewleta Tirk. Yekemîn, rola Îsraîlê pêş lîstin e. Di esasê xwe de heta Îsraîl ava bibe û bibe hêza sereke ya Rojhilata Navîn, ev peywir dan dewleta Tirk. Bi vî awayî dewleta Tirk wek modela netew-dewletê hate plankirin. Li Rojhilata Navîn him ji bo ewlekariya Îsralê him jî ji bo berjewendiyên modernîteya Kapîtalîst biparêze û pêş bixe, rol lîst. Rêber Apo ji ber vê avabûna dewleta Tirk wek proto-Îsraîl pênase kir. Ya duyemîn jî peywira Sowyetan ji başûr dorpêçkirinê hate dayîn. Wek tê zanîn di vê çarçoveyê de piştre Tirkiye girtin NATO’yê. Ev projeya ku hêzên Modernîteya Kapîtalîst pêş xistin di heman demê de bingeha qirkirina Kurdan çêdike. Kurd wek dijminê teqez a dewleta Tirk a ku bi xisleta nîjadperest û faşîst hatibû avakirin hatiye diyar kirin. Dewleta Tirk li pey vê dijmintiyê dan bazdan û kirin hêza ku herî zêde li gorî planên modernîteya kapîtalîst tevdigere û xizmet dike. Ev çerx bêyî ku xera bibe û bi kurbûnê ve ji dîrokê heta niha hatiye.
Niha li Rojhilata Navîn dîzaynek nû tê pêşxistin. Dema Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin forma netew-dewletê jî tê derbaskirin. Bêguman ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn ne pêvajoyeke ku îro destpê kiriye. Bi rûxîna sosyalîzma pêkhatî ve têgeheke hatiye rojevê ye. Li milê din ev pêvajo gelek biêş e. Bêgûman bingeha vê pevçûnên berjewendiyan e. Him di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de pevçûnên berjewendiyan çêdibe, him jî di esasê xwe de hêzên kûrevî hêzên statukoparêz tên hemberî hev. Ev jî dihêle ku him pêvajo dirêj bibe him jî bi pevçûn derbas bibe. Wek tê zanîn di çarçoveya dîzayna Rojhilata Navîn de mûdaxeleya destpêkê li Iraqê hat kirin û li Iraqê rejîma Baasê rûxiya. Rêber Apo got, bi ketina Sedam re li Rojhilata Navîn pergala netew-dewletê rûxiya. Geşedanan gotina Rêber Apo piştrast kirin, pey re jî li Rojhilata Navîn rejîmên netew-dewletan yan ketine yan jî bûne navenda pevçûnan. Niha ev pêvajo bi pêşketinê didome. Wek tê zanîn herî dawî jî li Sûriyeyê rejîma Baasê ya ku netew-dewletê temsîl dike jî rûxiya.
Di çarçoveya dîzayna Rojhilata Navîn de forma netew-dewletê tê derbaskirin û li dewsa vê jî li gorî berjewendiya sermayeya kûrevî û modelên li gorî vê tê pêşxistin. Di destpêka sedsala 20'emîn de ji bo împaratoriyên Elman, Awûsturya û Osmanî bên belavkirin formê netew-dewletê li gorî berjewendiyê modernîteya kapîtalîst bû. Lê niha ji çavê modernîteya kapîtalîst a ku pêvajoya kurevîbûnê jiyan dike derketiye, hatiye astekî ku zirar dide. Ji ber vê dewsa netew-dewletê dixwazin pêkhateyên federatîf ên hîn biçûk û esnek pêş bixin. Bi vê re dixwazin gera sermayeyê ya kûrevî û qezencê wî biparêzin. Bêguman wekî ya di avakirina netew-dewletan de pêş xistin, di derbaskirina netew-dewletan de jî rêbaz, dîsa perçe bike û bi rêve bibe ye. Polîtîkaya perçe bike û bi rêve bibe rêbazê emperyalîzmê ya herî bijarte ye.
Yê ku ji vê pêvajoyê herî bi fikar dewleta Tirk e. Du sedemên esas ên vê yekê hene. Ya yekem, ew bi xwe dibîne, dema ku li Rojhilata Navîn hevsengî ne li gorî netew-dewletê jinûve tê avakirin, ew ê nekare qirkirina Kurd a berê bimeşîne. Jixwe Kurd li herêmê bûne xwedî hêzeke girîng. Ya duyem, êdî ji bo dîzayna jinûve ya Rojhilata Navîn, wezîfeya aktorê sereke tê dayîna Îsraîlê. Berê Îsraîl ev qasê dernediket pêş. Niha yê li pêş Îsraîl e. Dîsa bi Îsraîlê re Siûdî Erebîstan. Tirkiye jî berê li pêş dihat girtin, lê niha paşve tê dehfdan. Di rastiyê de rola ji bo Tirkiye hatî dayîn, bi dawî bûye. Bê guman, Tirkiye bi temamî ji derve nayê hiştin, ji aliyê sîstemê ve nayê hedefgirtin. Tirkiye bi rengekî tevlî planê tê kirin, yan jî tê xwestin ku tevlî were kirin. Lê mîna berê rola sereke nayê dayîna Tirkiyeyê. Hem nebûna Sovyetan, hem jî hebûna Îsraîlê pêdiviya berê ya ji Tirkiyeyê tune kiriye. Niha dewleta Tirk hîn bêhtir weke hêzeke tê karanîn e. Bi taybetî Tayyîp Erdogan weke qoçberan tê karanîn. Di rewşa li Sûriyeyê de roleke wiha dan wî û derketiye holê ku Tayyîp Erdogan jî ev rol lîstiye. Bê guman dewleta Tirk jî dixwaze xwe ji bo bikaranînê pêşkêş bike, bi vî rengî rewşa xwe xurt bike û li ser vî esasî di pêvajoya nû de armanc dike ku plana qirkirina Kurdan bidomîne. Ji ber ku qirkirina Kurd, armanca esas a dewleta Tirk e. Ji bo vê yekê pêk bîne, dikare dest ji her tiştên din berde. Jixwe dema zorî jiyan kir, tawîz û plan nîne ku pêk neyîne.
Dema ku Îsraîlê di pêvajoya nû de rolê aktorê sereke girt, divê heyînên ku rola nû ya Îsraîlê asteng dikin û gefê li ewlehiya wê dixwin bihatana tunekirin. Destpêkê Hamas, piştre Hîzbullah û herî dawî Sûriye li ser vî esasî hate hedefgirtin û êdî ji bo Îsraîlê nebû gef. Weke tê zanîn li pişt van hêzan, weke esas Îran heye. Lewma di hedefa vê planê de Îran heye. Jixwe weke tê dîtin şerekî ku pêl bi pêl ber bi Îranê ve belav bibe, tê pêşxistin. Niha nîqaş tê kirin ku ev pêl wê derbasî Iraqê jî bibe. Eger mîna li Sûriyeyê, li Iraqê jî dijberê Îranê geşedan çêbibin, Îran wê hîn bêhtir zehmetiyan bijî.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dema Rojhilata Navîn hat dîzaynkirin, bi Tirkiyeyê re rola sereke dabûn Îranê jî. Li Rojhilata Navîn dîzayneke li ser esasê Tirkiye û Îranê hatibû pêşxistin. Lewma qasî 60 salan rejîma Şah a li Îranê, hate parastin. Lê belê di encamê de rejîma Şah nekarî xwe li ser piyan bigire û hilweşiya. Ji vir û şûnde bêyî ku bi rejîmê re bikeve nava şer, nakokî hinekî nerm kirin û lihevkirin çêbû. Îranê jî ji vê yekê sûd wergirt û hewl da rewşa xwe ya li herêmê xurt bike. Bi taybetî dema ku sala 2003’yan li Iraqê rejîma Sedam hilweşiya, cihê xwe hîn xurttir kir. Di sala 2011’an de ji rewşa li Sûriyeyê jî sûd wergirt. Bi vî awayî Îranê li derve hêzên girêdayî wê û girêdayî berjewendiyên wê tevdigerin, ava kirin. Lê belê niha di dema jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji holê rakirina vê pozîsyona Îranê bûye karê sereke. Ji ber ku heya ku Îran vê pozîsyona xwe biparêze ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn avabûneke nû pêk were. Ji ber vê yekê destpêkê Îran tê hedefgirtin. Wisa xuya dike ku yekem tişta dixwazin bikin ew e ku ji derve ve li Îranê bixin û zêdetir Îranê lawaz bikin. Ne diyar e ku wê piştî pêkhatina vê beşa planê wê geşedanên çawa rû bidin û gelo wê li hemberî Îranê destwerdanek pêk were yan na wê Îran tawîzên mezin bide û li gorî pergalê tevbigere. Lê belê tişta zelal ew e ku Îran ji pozîsyona xwe ya bihêz tê dûrxistin. Jixwe bi taybetî jî derbeyên li hemberî Hîzbûllahê û lawazbûna wê nîşan dide ku Îranê pozîsyona xwe ya berê ya bihêz ji dest daye. Her wiha jidestdana Sûriyeyê jî ji bo wê windahiyeke stratejîk e.
Di navbera van şerên germ ên ku herêma Rojhilata Navîn dikelînin û têkoşîna bûyîna xwediyê xeta nû ya enerjiyê û çavkaniyên wê de, têkîliyeke çawa heye?
Helbet têkîliya şeran a bi madiyatê re pir nêz e. Di şaristaniya dewletparêz de ti têkîliyeke ji madiyatê serbixwe û madiyatê armanc nake, tune ye. Di şaristaniya dewletparêz de, her tişt madiyat e. Lewma Rêber Apo ji şaristaniya dewletparêz re got, ‘şaristaniya madî’. Ji dîrokê heta roja me hemû şer ji aliyê şaristaniya dewletparêz ve bi armanca madî hatine derxistin. Modernîteya kapîtalîst jî sîstema şaristaniyê ye ya ku herî zêde feyde û mezaxtin pêş xistiye. Lewma şerên herî mezin ên di dîroka mirovahiyê de, di dema modernîteya kapîtalîst de çêbûne. Şerên Cîhanê yên 1’emîn û 2’yemîn jî di nav de, hemû şerên di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de bi armanca bûyîna xwediyê çavkanî û rêyên enerjiyê derketine. Di tevahiya 150-200 salan de Rojhilata Navîn ji ber ku hem xwediyê çavkaniyên enerjiyê ye û hem jî li ser xetên enerjiyê ye, bûye navenda şeran.
Di sîstema modernîteya kapîtalîst de çavkaniyên enerjiyê, tesîs û baweriya xetên enerjiyê di rewşa herî bi pirsgirêk de bûne. Her hêza ku dixwest domînant be, hewl daye bibe xwediyê çavkanî û xetên enerjiyê. Ev jî bûye sedemê esas ê şeran. Ev pirsgirêk hîna nehatiye çareserkirin û sedemê şerên heyî, dîsa ev pirsgirêk e.
Ji Serdema Navîn ve ji bo Ewropa pirsgirêka esas bûyîna xwediyê dewlemendiyên Efrîqa û Rojhilat (Hindistan-Îran-Rojhilata Navîn) e. Ev pirsgirêk di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de dewam kiriye. Bi vê armancê Îngilistanê li ser behrê rêyên ji bo Hindistanê pêş xistiye. Li dijî hêzên ku ev rê û ewlehiya wan dixistin xeteriyê, têkoşiyaye. Mînak ji bo ewlehiya rêya Hindistanê demeke dirêj Împaratoriya Osmanî parastiye. Lê belê dema ku Osmanî li gorî Îngilistanê tevnegeriya û ji bo xetên rê yên Îngilistanê bavêje xeteriyê bi Elmanyayê re tifaq çêkir, ev polîtîkaya xwe guhert û piştî şer demildest Împaratoriya Osmanî hilweşand. Bi vî rengî weke ji vir jî tê fêmkirin li ser hilweşîna împaratoriya Osmanî, Rojhilata Navîn weke netew-dewletok hate dîzaynkirin û ji bo modernîteya kapîtalîst ewlehiya rêyên çavkaniya enerjiyê hatiye esasgirtin.
Eger ez bi kurtî bînim ziman, bi hilweşîna Sovyetan re piştî bi dawîbûna sîstema cîhanê ya bi du cemser jinûve parvekirina dewlemendiyên cîhanê yan jî kontrola wê weke pirsgirêka herî esas car din hatiye rojevê. Jixwe ev pirsgirêk ti carî ji rojevê neketiye, ji ber ku ti carî nehatiye çareserkirin. Hêzên modernîteya kapîtalîst têkildarî vê yekê tam negihiştine konsensusekê. Piştî bi dawîbûna sîstema cîhanê ya bi cemser, lêgerîn û hevrikiya li ser rêyên nû yên enerjiyê zêde bûne. Gelek hêzan projeyên makro û mîkro pêş xistine, beşek ji van ketiye meriyetê jî. Lê belê hêza ku di asta makro de projeyên herî cidî pêş xistine, Çîn e. Çînê bi gelek hêzan re têkîlî pêş xistin û projeyên hevpar jî pêş xistin, bi vî rengî xwestiye vê pirsgirêkê çareser bike. Ji van projeyan a herî cidî û rasteqîn xeta enerjiyê ya bakur bû ku Çîn û Ewropayê bi hev ve girê dide, di tevahiya vê xetê de welatên Hindistan, Îran û Asyaya Navîn digire nava xwe. Dîsa projeyên Çînê yên xeta navîn û xeta başûr hebûn. Lê belê DYE’yê ev projeyên Çînê di rêjeyeke girîng de asteng kir. Rûsya kişand nava şerê Ûkraynayê û rêya ku wê li bakur re derbas bibe, bêbandor kir. Herî dawî di civîna G-20 a ku Îlona 2023’yan li Hindistanê hat kirin de, projeya rêya başûr a bi navê IMEC hate îlankirin. Ev enerjî û xeta bazirganiyê, xetek e ku Hindistanê, Kendavê û Rojhilata Navîn li ser Qibrisê re bi Ewropayê re girê dide. Niha geşedanên li Rojhilata Navîn, ji bo ewlehiya vê xetê û ji bo tunekirina astengiyên li pêşiya wê ye. Ev şer bûye sedem ku rejîma Baas’ê hilweşe. Lê belê mirov dikare diyar bike ku wê bi vê yekê re sînordar namîne, sê qadên ku ji bo sîstemê bi pirsgirêk in, wê bên hedefgirtin û ji rewşa xwe ya bi pirsgirêk bên derxistin.
Di vî şerê berdewam ê navbera hêzên sermayedarên cîhanî yên yekparêz û statukoparêzên li herêmê de pozîsyona Îran û Tirkiyeyê çi ye? Şerê dîzayna nû, niha bandoreke çawa li van her du welatan dike û wê bandoreke çawa bike?
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dema ku Rojhilata Navîn dihat dîzaynkirin Tirkiye û Îran weke hêzên sereke hatin diyarkirin. Jixwe Tirkiye û Îran di dîrokê de li Rojhilata Navîn weke hêzên sereke bûn. Her duyan jî xwe spartiye gelê Kurd û Kurdistanê hewl dane xwe ava bikin û bi hêz bibin. Vê carê weke netewedewletên berbend rola ku ji wan re hatiye diyarkirin, lîstin. Her duyan dubare xwe spartin Kurdistanê lê belê vê carê weke înkar û serweriyeke tund tev geriyan. Li ser qirkirina gelê Kurd li hev kirin û bi daxilkirina Iraqê jî li ser Kurdistanê rêveberiyeke hevpar ava kirin. Bi vî awayî her tim pirsgirêka Kurd tepisandin.
Di vê pêvajoyê de Îsraîl hê di qonaxa damezrandin û avabûnê de bû. Pêşeroja wê ne diyar bû. Nakokî û pevçûnên di navbera Ereb û Cihûyan de gelekî kûr bûn. Netewperestiya Ereban û BAAS’ê xwe spart û Sovyet û Çînê û li hemberî Îsraîlê pêş diketin. Têkbirina netewperestiya Ereban û jiholêrakirina pirsgirêka hebûna Îsraîlê di demeke dirêj de pêk hat. Weke tê zanîn yekem derbeya li netewperestiya Ereban hatiye xistin, di sala 1967’an de li gel Şerê Şeş Rojan pêk hat. Ev derbe piştre jî pêk hatin. Herî dawiyê jî giha heya hilweşandina rejîma BAAS’ê. Divê were eşkerekirin ku bizavên Îhvanparêz-olperest jî bi armanca şikandina hêza netewperestiya Ereban ji aliyê DYE û Îngilistanê ve hatine pêşxistin.
Niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, netewdewletên Îran û Tirkiyeyê ku du hêzên sereke yên herêmê ne, di nava rewşeke zehmet de ne. Ji ber avaniyên xwe yên statukoparêz li hemberî hêzên sermayedar ên global di nava nakokiyê de ne. Di gel ku em dizanin statukoya netewdewletan li hemberî berjewendiyên pergala sermayeya global nikare li ser piyan bimîne yan wê bi destwerdanên cuda werin hilweşandin yan jî wê xwe veguherînin û li gorî pergalê tevbigerin. Weke Sûriyeyê wê statukoya netewdewletan nikaribe xwe veguherîne. Ne Sûriyeyê kariye vê yekê bike ne jî yên pêşiya wê. Ji ber ku ji bo vê yekê demokratîkbûnek hewce ye. Ev yek li gel zîhniyetên netewdewletan pir kêm e. Ji ber wê yekê pêvajoyeke destwerdan û hilweşînan li pêşiya me ye.
DI PÊVAJOYA NÛ DE ROLA SEREKE YA ÎSRAÎL Û EREBISTANA SIÛDÎ YE
Li gel dîzayna nû ya Rojhilata Navîn rola pêşengtiyê ya beriya niha dane Tirkiye û Îranê ji Îsraîl û Erebistana Siûdî re hate dayîn. Xetên enerjî û bazirganiyê yên nû jî li gorê vê yekê hatine avakirin. Her wiha Peymana Îbrahîmî ya bi armanca bidawîkirina pevçûnên di navbera Ereb û Cihûyan de jî di vê çarçoveyê de hatiye îmzekirin. Li Rojhilata Navîn bidawîbûna nakokî û pevçûnên di navbera Ereb û Îsraîlê de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê beriya niha rola sereke ji Îran û Tirkiyeyê re hate dayîn. Her wiha hêzên ku herî zêde ji van nakokî û pevçûnan sûd wergirtine, Îran û Tirkiye bûn. Niha ev yek ji holê rabûye. Dema ku em vê yekê jî li ber çavan digirin, em dibînin hêzên ku herî zêde ji vê pêvajoyê bandor û aciz bûne Îran û Tirkiye ne. Jixwe her du jî li hemberî pêvajoyê rabûne. Lê belê ev pozîsyon ne weke dijderketina pergalê û pêşxistina alternatîfeke cuda ye. Ji aliyekê ve tirs, metirsî û refleks hene, ji aliyê din ve jî parastin û ger pêkan be bihêzkirina pozîsyonê heye ku ew jî nebe hewl didin xwe weke heyî bidin qebûlkirin. Dema em ji aliyê Îranê ve dinêrin di rastiyê de pirsgirêka parastina hebûna rejîmê derdikeve pêş. Yên din jî, bo nimûne Lubnan, Sûriye, Iraq û hwd kartên di destê wê de ne. Lê belê her çend kartên di destê xwe de winda dike, pêşeroja rejîmê jî zêdetir dikeve talûkeyê. Jixwe qismekî kartên di destê xwe de winda kirine. Ne diyar e ku wê pergala modernîteya kapîtalîst tevî van kartan jî pêre li hev bike, yan na wê hemû kartan yek bi yek jê bistîne û bi rasterast bi ser de biçe. Wisa xuya dike ku Îran helwesta lihevkirinê nîşan dide. Lê belê nayê zanîn bê ka wê helwesta DYE, Îngilistan û Îsraîlê çawa be.
Dema em ji aliyê dewleta Tirk ve jî lê dinêrin, em dikarin bibêjin ku herî kêm bi qasî Îranê bi zehmetî û talûkeyan re rû bi rû ye. Pirsgirêka dewleta Tirk a rejîm û parastina rejîmê ne bi qasî Îranê ye. Dewleta Tirk dikare hem neteweperestiya laîk a sekuler û hem jî neteweperestiya olî bi hev re bi kar bîne. Piştî derbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê li şûna neteweperestiya laîk neteweperestiya olî hat. Herçend vê yekê weke guherîna rejîmê pênase bikin jî di rastiyê ev yek ne guherîna rejîmê ye. Di zîhniyet û avaniya netewedewleta yekperest de kûrbûnek pêk hat. Her wiha di zemîna Tirkiyeyê de jî guherînek pêk nehatiye. Tişta ku dewleta Tirk bi pergalê re rû bi rû hiştiye ne faktorên hundirîn in, geşedanên derve ne. Ev yek jî ji ber pirsgirêka Kurd e. Tirsa herî sereke ya dewleta Tirk, Kurd in. Ji ber ku xwedî zîhniyeteke wisa ye ku dijminahiya gelê Kurd dike, dikevin nava wê bendawariyê ku dixwazin hemû geşedan û guherînên derve xizmeta qirkirina gelê Kurd bikin. Li dijî hemû geşedanên ku ne di çarçoveya vê yekê de ne derdikeve û teqez ferz dikin ku xizmeta vê yekê bikin. Ji ber vê yekê hêza ku herî zêde dûrî guherînê ye. Lê belê bi şertê zirarnedayîna polîtîkayên qirkirina gelê Kurd, avaniyeke ku dikare bikeve her cure têkiliyan jî heye. Ev yek jî dike ku dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve gelekî were bikaranîn. Xwedî karektereke wisa tund û bê prensîb e. Di rewşa heyî de nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn, tam jî bi vî rengî ye. Bi fikareke mezin li nêzî geşedanên Rojhilata Navîn dibe û li hemberî guherînê derdikeve. Ji ber ku dibêje dibe ku gelê Kurd ji geşedanên nû sûd werbigire, hêz, îrade û statuyan bi dest bixe û gelekî ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yekê bi awayekî tund li hemberî guherînê derdikeve. Lê belê dema ku dibîne guherîn pêk tên, vê carê jî daxilî plana ku li dijî wê derdikeve û di çarçoveya berjewendiyên xwe de hêza xwe ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk bi kar tîne. Herî dawiyê di mijara Sûriyeyê de jî pratîkeke bi vî rengî nîşan da. Di mijara Sûriyeyê de yekser pişta xwe da Rûsya û Îranê ku hevalbendê wan bû û daxilî plana DYE’yê ya li hemberî wê derdiket, bû. Nêzîkatiya li hemberî mijara Sûriyeyê di heman demê de ji aliyê nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ve girîng e.
Pozîsyon û rola Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku çareseriya netewa demokratîk esas digire, li dijî vî şerê berjewendiyê çiye? Xeteriyên çawa li hemberî Kurdan hene? Li Rojhilata Navîn a nû, di pêvajoya jinûve dîzaynkirinê de statuya Kurdan û Kurdistanê wê çi be?
Yekane rêya rizgarbûna ji krîza netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn, çareseriya netewa demokratîk û forma netewa demokratîk e. Ne modelên hêzên sermayeya kûreyî, ne jî netew-dewlet dikare pirsgirêkan çareser bike. Statukogeriya netew-dewletê ya heyî, jixwe çavkaniya pirsgirêkan e. Lewma mirov ti çareseriyê ji wê hêvî nake. Modelên ku hêzên sermayeya kûreyî pêş bixin, ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re nabe çareserî. Dibe ji bo derbaskirina netew-dewletê roleke dehfdanê bilîze, lê belê nabe rêyeke çareseriyekê. Jixwe modela netew-dewletê ji aliyê sîstema sermayeyeyê ve hatiye pêşxistin. Niha di şert û mercên kapîtalîzma kûreyî de, rewşa ku bi çêkera netew-dewletê re bi nakok e derketiye holê. Sedemê vê yekê ew e ku çêkera netew-dewletê ne li gorî berjewendiyên sermayeya kûreyî ye. Lewma girîngiya wê nemaye. Bi vî rengî tişta li vir tê xwestin ku were kirin, ne weke zihniyet derbaskirina netew-dewletê ye, tê xwestin li gorî berjewendiyên kapîtalîzma kûreyî sîstemeke siyasî ya nû bê pêşxistin. Di rastiyê de jî ziyniyeta yekperest, madîperest, xespkar û desthilatdar a di nava netew-dewletê de, xwe didomîne. Heta ku evane neyên derbaskirin, çareseriya rast a pirsgirêkan jî pêkan nabe. Ji vî alî ve ji têkoşîna di navbera statukoya netew-dewletê û hêzên sermayeya kûreyî de ji bo gelan encameke erênî dernakeve. Dibe sûd ji vê têkoşînê bê wergirtin, lê ji vir çareseriyek nabe. Ya ku çareseriyê pêş bixe, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hêzên demokratîk, şoreşger, jinan û gelan e. Ev çareserî bi netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk re bi ruh û zindî dibe.
Ji bo zindîkirin û di nava xwe de hewandina cureyên civakî, konfederalîzma demokratîk rêbaza herî rast a çareseriyê ye. Dema mirov cureyên ol, mezhep, etnîsîte û çandê yên li Rojhilata Navîn esas digirin, hêza konfederalîzma demokratîk û feraseta netewa demokratîk hîn baştir tê fêmkirin.
Niha Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Di roja me de hemû geşedanên diqewimin, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ne. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn çavkaniya xwe ji krîza modernîteya kapîtalîst digire û aliyên vî şerî hêzên modernîteya kapîtalîst in. Yanî şerekî navxweyî yê sîstemê ye. Şerê hêzên hegemonîk ê di navbera wan de, nakokî û pevçûnên di navbera hêzên statukoger û hêzên kûreyî. Di navbera wan de cudahiyeke îdeolojîk nîne. Hemû îdeolojiya modernîteya kapîtalîst esas digirin. Di roja me de 2 îdeolojî hene. Evane modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk in. Aliyên ku di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de şer dikin, hêzên ku îdeolojiya modernîteya kapîtalîst esas digirin in. Têkoşîna di navbera wan de, têkoşîna berjewendiyê ye. Di cewherê xwe de li dijî hemû civak û xwezayê şer dikin. Ji bo hukimkirina civak û xwezayê, şer dimeşînin. Lewma cihê ku hêzên şoreşger û demokratîk lê disekinin, cuda ye. Xeta me, xeta modernîteya demokratîk e. Ev cudahiyeke îdeolojîk e. Lewma weke îdeolojîk, xeta me xeta duyemîn e. Em ne alîgirê hêzên ku di nava xwe de şerê berjewendiyê dimeşînin û armanc dikin ku hukim li ser civak û xwezayê bimeşînin in. Eger em bi kurtî diyar bikin, hêzên şoreşger û demokratîk ne alîgirê vî şerî ne. Di heman demê de hêzên şoreşger û demokratîk li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst têkoşîna îdeolojîk, siyasî û leşkerî dimeşînin.
Dema mirov van pênase dike, divê mirov xeta têkoşîna îdeolojîk û xeta çareseriya siyasî bi rengekî fêmkirî bi kar bîne. Weke îdeolojîk em nûneriya xeta duyemîn dikin. Weke min li jor diyar kirî, ji dervey du xetên îdeolojîk ti rê yan jî xeteke îdeolojîk a sêyemîn nîne. Bi vê yekê re dema ku em li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîna îdeolojîk dimeşînin, di heman demê de em siyaseteke alternatîf jî pêş dixin. Bi vê yekê re em alternatîfeke ku jiyana civakê ya komunal û demokratîk esas digire, armanc dikin. Ev weke xeta siyasî ya sêyemîn tê pênasekirin. Lewma xeta siyasî ya sêyemîn, siyaseteke alternatîf e. Hêza xwe ji civak û têkoşînê digire. Bi taybetî ji şerê di navbera hêzên sermayeya kûreyî û hêzên statukoger de sûd wergirtin û li ser esasê xeta siyasî ya sêyemîn pêşketin afirandin, pêkan e. Rêber Apo formula dewlet+demokrasî diyar kir. Espriya vê ev e, dewlet wê civakê (civaka bi rêxistinkirî) qebûl bike, di vê rewşê de dibe bi dewletê re konsensusek bê çêkirin. Formula dewlet+demokrasî, weke rêbaza çareseriyê ya herî kêrhatî tê dîtin.
Eger em bal bikişînin ser rewşa gelê Kurd, di demeke ku gelê Kurd nava hebûn û tunebûnê diçe û tê de, bi pêşengiya tevgera me têkoşîneke mezin da. Bi têkoşînê re xwe jinûve ava kir, veguherîneke mezin jiyan kir. Zanebûna neteweyî, îrade û nasname bi dest xist. Şoreşa vejînê jiyan kir. Zihniyeta netew demokratîk bi dest xist. Zanebûna xweparastinê qezenc kir. Bi paradîgmaya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin re, ronîbûnek nû çêbû. Li ser bingehê xeta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe perwerde kir. Eger em niha bêjin hêza herî polîtîk, rêxistinkirî û dînamîk a Rojhilata Navîn e, di cih de ye. Teqez, em gelek in ku bi hêvî û ronahiyê li siberojê dinêrin. Weke tevger jî em ji her demê hîn bihêztir in. Helbet xeteriyên cidî li pêşiya me ne. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, dest ji armancên xwe yên qirkirinê bernedaye. Li aliyekê ji geşedanên li Rojhilata Navîn bi fikar e, li aliyê din ji firsendê sûd werdigire û ji bo tasfiyekirin û qirkirina Kurdan tevdigere û plan dike. Em dibînin ku li Sûriyeyê çawa hewl dide rewşa nû bi kar bîne, ji bo vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya tasfiyekirina Rojava hêza xwe ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk çawa seferber kiriye. Xeteriya esas ev e. Yekane rêya pûçkirina vê yekê jî, berxwedaneke topyekûn a li ser esasê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Rêya serketinê, di vir re derbas dibe. Sala 2025’an wê li ser vî esasî ji bo gelê me bibe sala serketinê. Gelê Kurd ne li pey ti desthilatdariyê ye. Li welatên ku lê ye, bi gelan re têkoşîna azadî, wekhevî û pêşxistina jiyana hevpar dimeşîne. Ev têkoşîna rewa û demokratîk a gelê me, teqez wê bi ser bikeve.