Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 20’emîn de didome
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de didome.
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de didome.
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de didome. Girse di saetên nîvro de kom bûn û daxuyanî dan. Girseyê beriya daxuyaniyê pêşmalkên spî yên “Rojava rûmeta me ye”, “Ji şer re na” û “Bîjî berxwedana Rojava” li xwe kirin. Di roja 20’emîn a nobetê de ji Mûş û navçeyên wê gelek kesan serdana çalakgeran kir. Rêxistinên bajar û navçeyên DEM Partiyê ya Mûşê bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” ketin qada çalakiyê û bi dirûşma “Bîjî berxwedana Rojava” piştgirî dan çalakiyê.
BERXWEDAN WÊ BIDOME
Hevserokê DEM Partiyê Mûşê Ahmet Tanriverdî bi silavkirina berxwedana Rojava dest bi axaftina xwe kir û got: “Berxwedana Rojava wê heta dawiyê bidome. Divê her kes bizane ku gelê Rojava ne bi tene ye. Bila gelê Rojava bizanibe ku ew ne bi tenê ne. Rojava rûmeta Rojhilata Navîn e.”
‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser girîngiya Çapemeniya Azad û got: “Kedkarên Çapemeniya Azad ên ku rastiyê ji hemû cîhanê re radigihînin, ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve tên qetilkirin. Lêgerîna heqîqetê ya Cîhan û Nazim bi dawî nebû, wê têkoşîn bidome. Dixwazin statû û nasnameya Kurd a li Rojava tune bikin. Çawa ku bi salan nekarîn me bi hîle û şerên qirêj teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin me bindest bikin. Yên ku li hemberî van çav û guhên xwe girtin hebûn. Ji ber ku dizanîbûn mifteya çareseriyê Îmralî ye, bang li Birêz Abdullah Ocalan kirin. Ew dizanin ku ev rê bêyî wî nayê meşandin. Heta ku pêvajoya diyalogê dest pê neke çareseriyeke mayînde pêk nayê. Ji ber vê yekê em banga xwe dubare dikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Ji ber ku hîna tecrîd didome. Em nikarin bibêjin ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan gav hatiye avêtin. Divê êdî gavên şênber bên avêtin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.”
Di daxuyaniyê de ji bo meşa sibe wê ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişlo bê lidarxistin bangawazî hate kirin û hate gotin ku divê her kes piştgiriyê bide meşê.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.