Bi pêşengiya Înîsiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin. Nobet di hefteya 654’an de dewam dike.
Di roja ewil a sala nû de koma ji bajarê Nancy ê Fransayê hatin, çalakî dewr girtin. Di komê de Mûrat Torûn, Pîrî Kizilay, Ûgûr Aslan û Mehmet Yûrtsever cih digrin.
Li ser navê komê Mûrat Torûn daxuyanî da. Torûn diyar kir ku di sala nû de hêviyên wan ên azadiya Rêber Apo û gelan zêdetir bûye. Torûn, wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de li her qadê têkoşînê mezin bikin, li dora nirxên têkoşînê bibin yek û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”