Çalakiyên li derveyî welat didomin: Bijî Efrîn!
Li Belçîka, Kanada, Danîmarka, Norweç û Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hate protestokirin û berxwedan hate silav kirin.
Li Belçîka, Kanada, Danîmarka, Norweç û Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hate protestokirin û berxwedan hate silav kirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya dibin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Berîtan hatibû destpêkirin, didome. Çalakî li Place Shûman hate lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên YPG, YPJ hatin rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyeya ‘Bijî Efrîn’ hate berzkirin û ji bo meşa sibê ya li Anverê were lidarxistin jî banga tevlîbûnekî bihêz hate kirin.
LÎEGE
Kurdistaniyên li bjarê Lîege yê Belçîka jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Efrînê protestokirin.
Kurdistaniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê rakirin û bê navber dirûşmeyên balê dikêşe ser Berxwedana Efrînê berz kirin.
TORONTO
Li eyalate Toronto ya Kanadayê endamên Saziya Kurdîsh Hoûse û Meclîsa Gelê Kurd ji bo Efrînê çalakî lidar xist. Di çalakî li pêşiya televîzyona CBC hate lidarixstin de, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin û daxwaz hate kirin ku li dijî komkujihan bêdeng nemînin.
ARHÛS
Çalakiyên piştevaniya Efrîn ên li girava Jylland û bajarê Arhûs ê Danîmarkayê didomin.
Kurdistaniyên li Danîmarkayê sibê wê li paytext Kopenhag û bajarê Odense ji bo Efrînê bimeşin.
OSLO
Li paytexta Norweç Osloyê jî Kurdistanî bi çalakiya kon bal kişandin li ser komkujiyan û ciwanên li derdor hate agahdarkirin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mizgegta Saîdî Kurdî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de banga hestiyarbûnê li dijî êrîşan û ketina tevgerê hate kirin.
FRÎEBÛRG
Li bajarê Frîebûrg ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê hate protestokirin. Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Frîebûrg û Meclîsa Jinan a Nûda ve nêzî 1000 kes beşdar bûn.
Dergaha Çanda Elewî ya Frîebûrgê, mizgefta Selahattînî Eyyûbî ya Frîebûrg û gelek rêxistinên Elman jî piştgirî dan çalakiyê.
Meşa gel li pêşiya Şaredariya Frîebûrg destpêkir û heta navenda bajêr domkir. Di nava gel de bi dehan kesan cilê spî li xwe kirin û bi rakrina pankartan êrîêşn dagirkeriyê hatin şermezarkirin.