Çalakiyên jinên ciwan ên li dijî karmendên şerê taybet

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Stenbolê li dijî hevkar û karmendên şerê taybet 3 çalakiyên cuda li dar xistine.

ÎNÎSÎYATÎFA JINÊN TOLHILDÊR

Înîsiyatîfa Jinên Tolhilder ragihand ku li navçeyên Şîrînevler, Bagcilar û Bûyûkçekmece yên Stenbolê li dijî hevkar û karmendênşerê taybet çalakî li dar xistine.

Hat diyarkirin ku li taxên Şîrinevler û Bagcilarê yên Stenbolê wesayîtên hevkaran hatin şewitandin, li Buyukçekmece jî li dijî wesayîta polîsan çalakiyeke çekdarî hat lidarxistin.