NÛ BÛ- Çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî’ belavî Ewropa dibin

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’ya li ser rêveberên PKK’ê li gelek welatên Ewropayê belav dibin.

Ji ber tecrîda giran a dewleta Tirk a dagirker bi salan e hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê kirin.

Bi armanca rakirina tecrîda giran û azadiya Ocalan bi hefteyan in li gelek welatên Ewropayê çalakî tên kirin. Hema bêje her roj li gelek welatan Kurd dadikevin qadan û çalakiyan dikin.

MARSÎLAYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji roja Yekşemê û vir ve li pêşiya walîtî û Sefaretxaneya DYA yê çalakî hatin kirin. Çalakiya ku saet 16:00’an hate kirin, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin. Her wiha di çalakiyê de biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hate şermezarkirin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve şeva Yekşemê ji bo azadiya Ocalan çalakiyeke ya bêîtihatiya sivîl li gara trenê hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de ku posterê Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin hildan, ciwanan demeke dirêj li gara trenê dirûşim qîr kirin. Her wiha li ser gara trenê pankarta 'Ji Ocalan re azadî' hate diliqandin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî komek Kurd li ser rêya herî qelebalix a Monckebert Strase ya bajar mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê re hatin qîrkirin, sirûda ‘Herne Pêş’ hate xwendin. Roja Sêşemê saet 17:00’an li semta Jûngferstîegê wê çalakiya protestoyê bê kirin.

BERN: Li bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda li ser Ocalan û biryara DYA'yê hate protestokirin. Kurd û dostên wan ên di saetên şevê yên Duşemê de li Qada Bahnhofplatzê hatin ba hev pankarta 'Sûcdarê şer, bazirganê çekan DYA ji Kurdistanê bi cehenime' vekirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan û têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin.

Her wiha wê 14’ê Mijdarê roja Çarşemê wê li dijî biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneyên DAY yên li Bern û Zurîhê ya Swîsreyê çalakiyên protestoyî yên girseyî bê kirin. Çalakiya li Zurîhê wê saet 11:00’an li Dûfoûrstrasse 101 û li Bernê jî saet 14:00 li Sûlengeckstrasse 19’an bê kirin.

CENEVRE: Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Ocalan û azadiya Ocalan di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiyek hate kirin.

Çalakiya kon heta roja Çarşemê saet navbara 13:00-18:00’an de li pêşiya avahiya NY’yê dom bike.

Her wiha wê 14’ê Mijdarê roja Çarşemê wê li dijî biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneyên DAY yên li Bern û Zurîhê ya Swîsreyê çalakiyên protestoyî yên girseyî bê kirin. Çalakiya li Zurîhê wê saet 11:00’an li Dûfoûrstrasse 101 û li Bernê jî saet 14:00 li Sûlengeckstrasse 19’an bê kirin.

STOCKHOLM: Ji bo azadiya Ocalan li qada pêşiya Parlemetoya Swêdê çalakiyek hate kirin. Li ser banga Komeleya Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê li qadê kon hate vedan. Ji bo protestokirina tecrîdê li qadê qefesek hate danîn. Li ser nepoxên bi rengên spî yên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî’ ‘Free Ocalan’ hatin daliqandin. Dowîzên ku daxwaza azadiya Ocalan dikirin hatin bilindkirin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiya nobedê ya bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ ku berê 3 rojan ji aliyê ciwanan ve hatibû destpêkirin, roja Yekşemê dawî bû. Çalakiya li pêşiya Parlemetoyê hatibû kirin, biryara DYA ya li dijî rêveberên PKK’ê hate şermezarkirin, li dijî vê soza têkoşînê hate kirin. Li ser navê çalakvanan dosyayek ji bo Parlementoya Yewnanistanê hate pêşkêşkirin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Sefaretxaneya DYA’Yê, biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê hate protestokirin. Di çalakiya li ser navê YJKB û NAVBEL’ê hate kirin, wêneyên rêveberên PKK’ê û pankart hatin vekirin. Çalakî bi dirûşmên ‘Dîktator Erdogan, hevkar Trûmp”.