Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê dewam dikin

Kurdistanî û dostên wan ên li Rûsya, Fransa û Swêdê dijîn, bi çalakiyan destekê didin berxwedana Effrînê. Li Rûsyayê di çalakiya protestoyî de hat gotin, "Em ê hesabê êrîşan bipirsin."

Kurdistanî û dostên wan ên li Rûsya, Fransa û Swêdê dijîn, bi çalakiyan destekê didin berxwedana Effrînê. Li Rûsyayê di çalakiya protestoyî de hat gotin, "Em ê hesabê êrîşan bipirsin."

PATÎNOVKÎ

Li navçeya Platînovkî ya bajarê Krasnodar ê Federasyona Rûsyayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.

Girseya gel a li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiya, nerazîbûn nîşanî helwesta Rûsyayê da û komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike, şermezar kir. Qisekeran gotin, "Bombe li cih û warê sivîlan tên barandin. Jin û zarok tên kuştin. Rûsya berpirsyarê vê yekê ye ku destûra operasyonê da."

Di çalakiyê de alên YPG û YPJ'ê hatin hildan û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn.

CIWAN LI FRANSAYÊ MEŞIYAN

Li bajarê Aîx en Provcence bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Marsîlya û Marîgnanê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Em hemû YPG'yî ne, YPJ'yî ne" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

Di dawiya çalakiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û hat gotin, "Ciwan wê li her cihî hesabê êrîşan bipirsin."

GAVLE

Li bajarê Gavle yê Swêdê, xwepêşandanek li meydana Storatorgetê hate lidarxistin. Çalkageran dan xuyakirin ku heta êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bidomin, ew jî timî li qadan bin. Her wiha gotin, "Çawa ku Kobanê dawî li DAÎŞ'ê anî, Efrîn jî wê dawî li Erdogan bîne."

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişînin" û "Artêşa Tirk ji Rojava bicehime", "Erdogan û DAIŞ yek in" meşiya.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborgê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, PYG, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Kurdistaniyan dirûşmên "Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin", "Tirkiye ji Rojava bicehime" û "Efrîn bi tenê nîne" qîriyan.