Çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan dewam dikin

Li Bern, Zurîh, Viyana û Montpellîerê bi armaca balê bikişînin ser rewş, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

BERN

Kurdistaniyên ji ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in, îro dîsa li bajarê Bren ê Swîsreyê daketin qadan. Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê ya Navenda Brenê pankarta “Ji Ocalan re azadî” vekirin, bê navber dirûşmên “Terorîst Tirkiye” û “Kujer Erdogan” qîr kirin, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da.

Di çalakiya têde posterên Ocalan hatin hildan de, Hevserokê NCDK-Bernê Munîr Ay axivî û bal kişand ser ewlehî û tenduristiya Ocalan, diyar kir ku divê bi lezgîn heyetk li gel Ocalan hevdîtinê bike. Ay bibîr xist ku heta agahiyek ji Ocalan bê girtin divê Kurdistaniyên li Ewropa bijî wê çalakiyê xwe bidomînin. Ay wiha got: “Rêbertiya me ji bo me sedem hebûn û nebûnê ye. Heta Rêbertiya me azad bibe em ji qadan dernakevin.”

Ay di serî de bang li Swîsre û hemû hêzên navneteweyî kir û got: “Nêzîkatiyek neyînî ya li hemberî Rêbertiya me bê kirin, her kes ji vê berpirs e.”

Piştî axaftinan Kurdistanî çalakiya rûniştinê lidar xistin û piştre bi yek dengî dirûşam “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Di pêşnegtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan û DEM-KURD de li pêşiya Sefaretxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiya têde dirûşmên bi Elmanî hatin qîrkirin de ev tişt hate gotin: “Ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan em qadan naterikînin.”

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

Her wiha heyetek bi parlementoya herêmî ya Zurîhê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina hate kirin de bal hate kişandina ser rewşa Ocalan. Hevdîtin piştî pêşkêşkirina dosyaya têkildarî çalakî û Ocalan ve bi dawî bû.

BASEL

Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî ve ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan li stasyoneke li bajêr çalakiyeke ya protestoyê hate lidarxistin.

Çalakiya li Basel Bahnhof a di saetên herî zêde mirov qelebalix de hate kirin, bal kişand.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan, dirûşmên bi zimanê Elmanî û Fransî yên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin. Çalakiya bi tilîlî û çepikan dewam kir, piştre bi dirûşman ve bi dawî bû.

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan hatibûn destpêkirin dewam dikin. Çalakiya nobedê ya li pêşiya Burgerburo hate lidarxistin di roja 3’emîn de ye.

Di çalakiya her roj bi sedan belavok tê belavkirin de, îro jî Rojmaneya Bergsraße hate ziyaretkirin. Dosyayek pêşkêşî rojnameyê hate kirin.

Bang hate kirin ku divê li hemberî vê rewşê gelê Elman bi hestyar tevger bikin. Çalakî wê her roj ji saet 10:00’an destpê bike heta 17:00’an dom bike. Wê roja Înê jî mîtîngek bê lidarxistin.

Komîteya amadekariyê bang li Kurdistaniyên li Bensheîm û derdorî wê dijîn kir ku tevlî çalakiyê bibin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Faransayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya jinan de li Qada Montpellîer Comedîe standek hate vekirin û belavok hatin belavkirin.

VIYANA

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê bi armanca balkişandina ser ewlehî û tenduristiya Ocalan standa enformasyonê hate vekirin.

Di standa enformasyon a li Messeûmspûartîerê hate lidarxistin de, belavok hatin belavkirin. Çalakiya saetên nîvroyê destpê kir heta saetên şevê dewam kir.