Çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û piştgiriyê bidin Efrînê li gelek bajaran çalakî kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û piştgiriyê bidin Efrînê li gelek bajaran çalakî kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkan û şermezarkirina dagirkirina Efrînê gelek çalakî hatin kirin. Di mîtînga Saziya Mafên Mirovan a Marsîlyayê de, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gelek belavok hatin belavkirin. Piştre saet 14'an bi beşdariya sendîkayên Rêyên Hesinî yên Fransayê û CGT meşek bi navê "STOP MACRON" hate organîzekirin. Kurdistaniyan di vê meşê de jî ji bo balê bikişînin ser dagirkirina Efrînê û tûrîzma Tirk boykot bikin, çar hezar belavok belva kirin. Di dawiya çalakiyê de ji bo meşa îro ya saet 13'an ku wê li meydana Canebiere pêk were banga tevlîbûnê hate kirin.

GIESSEN: Li bajarê Giessen ê Elmanyayê, NAV-DEM'ê bi navê "Azadî ji Ocalan re" meşek organîze kir. Meşê duh saet 16:30'î li meydana Kirchplatzê dest pê kir û gelek dostên Kurdan jî tevlî bûn. Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina dagirkirina Efrînê heta meydana Berlinerplatzê meşiyan.

DRESDEN: Li paytexta Eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê Dresdenê, Kurdistanê bi pêşengiya NCDK'ê li hev civiyan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin. Qisekeran xwestin dagirkirina Efrînê tavilê biqede û ji bo Efrînî vegerin mala xwe işaret bi geşkirina berxwedanê kirin.

HAMBURG: Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û boykotkirina malên Tirkan li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çalakiyek hate kirin. Çalakî ji aliyê Komîteya Piştgiriya Efrînê ya Hamburgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê hate kirin û nêzî 100 kes tevlî bûn. Qisekeran bang li Kurdistaniyên li Ewropa û gelemperiya cîhanê kirin ku bi xurtî tevlî kampanya boykotê bibin. Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî piştgiriya navneteweyî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, dagirkirina Efrînê û tecrîda li ser Ocalan hatin protestokirin. Meşa protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Komên çep sosyalîst û anarşîst jî li ber Konsolosxaneya Rûsyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bo meşa îro jî banga tevlîbûnê hate kirin.